
Fermandarê giştî yê HSD ê daye zanîn, biryarên konfêransa yekrêzîya kurdî wê bi hukumeta Şamê re bên gotûbêjkirin, amadekarîyên ji bo civîna Parîzê didomin û di navbera wan û Tirkîyayê de agirbesteke bi kirdarî heye ku bi rîya dîyalogê pêk hatîye.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di nirxandinên xwe yên dawî de li ser geşedanên sîyasî yên li Sûryayê rawestîya û di hevpeyvînekê de, derbarê çend mijarên sereke de wek yekrêzîya kurdî û dîyaloga bi Şamê re, civîna paşxistî ya Parîzê û pêwendîyên bi Tirkîyayê re, agahî dane.
Dîyaloga bi Şamê re û kekrêzîya kurdî
Mezlûm Ebdî tekez kirîye, biryarên ku ji konfêransa yekrêzî û yekhelwesta kurdî derketine, ji bo hemû alîyan bingeh in û ne cîhê nîqaşê ne û ev biryar wê bi awayekî fermî bi hukumeta Şamê re bên nîqaşkirin.
Ebdî sedema derengmayîna vê pêngavê wiha rave kirîye: “Heya niha hevdîtinên giştî yên di navbera rêveberîya xweser û Şamê de bi awayekî rêkûpêk dest pê nekirine. Piştî ku em li ser mijarên giştî li hev bikin, wê şandeyeke taybet ya ji konfêransê derketî biçe Şamê û tenê li ser mijara kurd gotûbêjan bike”.
Civîna paşxistî ya li Parîzê û rojeva wê
Derbarê civîna ku biryar bûye li Parîzê ya di navbera şandeya HSD ê û hukumeta veguhêz ya Sûryayê de bihata kirin, Ebdî ragîhandîye, civîn ji ber mijûlbûna alîyê Şamê bi bûyerên Siwêydayê ve hatibû paşxistin. Lê belê, daye zanîn jî, amadekarî ji bo dîrokeke nû ya nêzîk didomin.
Ebdî rojeva sereke ya civînê jî aşkere kirîye û gotîye: “Em ê mijarên wek statûya îdarî ya Bakûr û Rojhilatê Sûryayê, pirsgirêka sînor û derîyên sînor, pêtrolê, tevlîbûna HSD ê û beşdarbûna di hukumeta navendî û komîtêya destûrê de nîqaş bikin”.
Pêwendîyên bi Tirkîyayê re û agirbest
Ebdî bal kişandîye ser rewşa aram ya li enîyên bi Tirkîyayê re û gotîye: “Zêdetirî çar mehan e ku agirbesteke bi kirdarî heye. Ev encama danûstandinan e. Hem bandora pêvajoya giştî ya di navbera tevgera azadîyê û Tirkîyayê de heye, hem jî hêzên navneteweyî navbeynkarîyê dikin” .
Fermandarê giştî yê HSD ê amaje pê kirîye ku kanalên dîyalogê vekirî ne û ew hêvî dikin ku ev agirbest bibe mayînde. Ebdî herwiha destnîşan kirîye ku çareseryeke bingehîn, divê vegera xelkê bo herêmên dagirkirî yên wek Efrîn û Serê Kanîyê jî di nav xwe de bihewîne.







