H’emû nûçeSereke

Dibe ku peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de  hevdîtina bi Tramp re bê ragîhandin: The Washington Post

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp wê hewil bide ku di navbera herdu welatan de navbeynkarîyê bike dema ku ew 8 ê tebaxê  li qesira Sipî mêvandarîya serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê bike. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda The Washington Post ê ragîhandîye, ku çavkanîyên wê berê hevdîtin piştrast kiribûn.

Karbidestekî payebilind yê qesira Sipî ku navê wî nehatîye eşkerekirin, gotîye  dibe ku di civîna li qesira Sipî de peymaneke aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bê ragîhandin.

Cotmeha sala 2024 a, berîya hilbijartinên serokatîyê, Donald Tramp rexne li  Kamala Harîs kiribû û gotibû ku wê “di demekê de ku 120 000 xiristîyanên ermenî bi awayekî tirsnak rastî zulmê dihatin û bi zorê ji cîh û warên xwe dihatin derxistin, tiştek nekir”. Ewî gotîye ku ew ê “ji bo bidawîanîna tundûtûjî û paqijkirina êtnîkî bixebite” û aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de sererast bike.

Ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandibûn ku li Waşîngtonê, serokwezîr Nîkol Paşînyan wê hevdîtineke dualî bi serokê Dewletên Yekbûyî  Donald Tramp re bike da ku hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Dewletên Yekbûyî kûrtir bike, û her weha hevdîtineke sêalî bi serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re bike ku armanca wê pêşxistina aşîtî û hevkarîya aborî li herêmê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button