H’emû nûçeSereke

Serokwezîr encamên hevdîtinên ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê pêk hatibûn raberî serokê Rûsyayê kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi rêya têlefonê axivîye.

Serokwezîr encamên danûstandinên ku 8 ê tebaxê li paytextê Amerîkayê, Waşîngtonê, hatine lidarxistin, bi taybetî îmzekirina “Peymana li ser aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de”, serlêdana hevbeş ya ji bo Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê ya li ser hilweşandina mêxanîzmên Koma Minskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê , vekirina rêyên ragihandinê yên herêmî di çarçoveya prînsîpên yekparçeya axê, serwêrî û dadwarîya welatan de û li ser bingeha beramberîyê, û her weha projeya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” raberî serokê Rûsyayê kirîye.

Serokwezîr bawarîya xwe anîye ziman ku avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ne tenê ji bo Ermenîstanê û Adirbêcanê, lê di heman demê de ji bo hemî welatên herêmê jî derfetên nû vedike. Hevpeyvîner li hev kirin ku têkiliyên çalak û dîyaloga sîyasî bidomînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button