H’emû nûçeSereke

Serokwezîr encamên hevdîtinên ku li Waşîngtonê hatine kirin raberî serokkomarê Îranê kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan re bi rêya têlefonê axivîye.

Serokwezîr encamên danûstandinên ku 8 ê tebaxê li paytextê Amêrîkayê, Waşîngtonê, hatine lidarxistin raberî serokkomarê Îranê kirîye, û tekezî li ser derfetên ku aştîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji bo herêmê vedike kirîye.

Serokwezîr Paşînyan tekez kirîye ku kanalên ragihandinê yên herêmî dê di çarçoveya prînsîpên yekparçeya axê, serwêrî û dadweriya welatan de û li ser bingeha beramberiyê bixebitin.

Serokwezîr ji bo nirxandinên obyêktîv yên serokkomarê Îranê yên li ser peymanên Waşîngtonê spasîya serokkomarê Îranê kirîye û girîngiya serdana serokkomarê Îranê ya ji bo Komara Ermenîstanê ya ku wê bê kirin, tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button