H’emû nûçeSereke
Solovyov bi çalakîyên leşkerî yên taybet gef li Adirbêcanê xwarîye

Pêşkêşvanê têlêvîzyonê yê navdar yê rûsî Vladîmîr Solovyov di bernameya xwe ya li ser kanala têlêvîzyonê Rossiya 1 de îşaret pê kirîye ku opêrasyona leşkerî ya taybet li Ûkraînayê dibe ku di salên pêş de ji bo Rûsîyayê ne ya dawî be.
Li gorî wî, gef ji baregehên muhtemel yên NATO ê li behra Kaspîyê, û her weha ji Adirbêcanê tê, ku têkiliyên Rûsîyayê di demên dawî de bi wê re xirab bûne.
Solovyov dîyar kirîye: “Tiştê ku li Başûrê Kafkasîyayê diqewime pirsgirêkeke pir mezin e. Dibe ku bêhra Kaspîyê di rewşek wisa de be ku baregehên NATO ê li wir xuya bibin. Ewqas xeternak e ku heke em ji alîyê jêopolîtîk ve lê binêrin, dibe ku opêrasîyona taybet ya heyî ji bo nifşê me ne ya dawî be”.







