H’emû nûçeSereke

Fêstîvala avcehê wê cara 4 emîn li Yêrêvanê bê lidarxistin: di dema sêrojî de çi hêvî bikin

Yêrêvan ji bo fêstîvalekê ku ji bo yek ji vexwarinên herî hezkirî hatîye veqetandin amadekarîyan dike. Ji bo sala çaremîn ya li pey hev, çalakîyeke sê rojî ya bi navê “Rojên avcehê” wê di navenda paytext de, li kolana Zakyan,  22 a, 23 a û 24 ê tebaxê bê lidarxistin. Fêstîval bi hewldanên komîtêya tûrîzmê ya wezîreta aborîyê ya Komara Ermenîstanê û  hevaltîya “eventTura” tê lidarxistin.

Li gorî organîzatoran, ev çalakî ne tenê beşdarî popûlerkirina avceha Ermenîstanê dibe, lê di heman demê de beşdarî pêşveçûyîna çandinîyê û herikîna  tûrîstan jî dibe.

Nûnê Manûkyan, hevdamezrênera hevaltîyta “eventTura”, di civîna çapemenîyê de ku 13 ê tebaxê, hatîye lidarxistin, gotîye: “Ez dikarim bêjim ku tûrîzma çalakîyan bi saya wan pêş dikeve. Ev çalakî 4 sal in tê lidarxistin û wekî fêstîvala avcehê tê zanîn, û em hêvî dikin ku ew ê ji hêla tûrîstan û civaka me ve bê hizkirin. Niha li Ermenîstanê gelek fêstîval hene, û ev yek bi xêr hatî ye, ji ber ku pîşesazîya tûrîzma çalakîyan hewce dike ku pêş bikeve. Fêstîvala avcehê xwedî potênsîyaleke mezin e, ji ber ku dîrokeke me heye ku dikare pir baş bê bikar anîn û  raber kirin, hizkirîyên vê vexwarinê bîne Ermenîstanê”.

“Fêstîval wê di 22 a, 23 a û 24 ê tebaxê, xaçerêyên Zakyan-Xorênasî, Zakyan-Lûsavorîç pêk bê. Armanca çalakîyê pêşxistina tûrîzma çalakîyan û  raberkirina Ermenîstanê wek yek ji welatên herî kevin yên çêkirina avcehê ye. Sedsala 5 a ya berî zayînê de, dema ku Ksênêfon serdana Ermenîstanê kirîye, ewî di xebata xwe de destnîşan kirîye ku ermenî vexwarinek çêdikin û di kratêran de hildigirin, û ew vexwarin ji ceh dihat çêkirin. Ev nîşan dide ku ew vexwarin bîra bû, û em dikarin vê dîrokê bigirin û bibêjin ku, erê, em yek ji welatên herî kevin yên hilberîna avcehê ne” ew tekez dike. Li gorî Lîlît Sarûkyanê,sala 2024 a de, 14 hevaltîyên hilberîna avcehê beşdarî fêstîvalê bûne, û îsal wê  25 hevaltîya zêdetir hebin. “Balkêş e ku hilberîner ji herêmên cuda yên Ermenistanê ne: Syûnîkê, Gêxarkûnîkê, Kotaykê. Bi giranî hevaltîyên hinardekirina avceha ermenî beşdar dibin, lê 2-3  hevaltîên hawirdekirinê jî wê hebin”.

Li gorî wê tîrmeha sala 2025 a 263,592  tûrîst hatine Ermenîstanê, ku 10,9 selef ji sala borî zêdetir e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button