H’emû nûçeSereke

Piştî 8 ê tebaxê, em li Kafkasîyake Başûr ya bi temamî cuda, li Ermenistaneke nûda dijîn:Paşînyan

Civîna ku li qesira Sipî pêk hatîye xaleke zivirandinê ye.Derheqa wê yekêda çerokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan peyama xwe da gotîye.

Di axaftina xwe de, ewî bi bîr xistîye ku li Waşîngtonê çi belge hatine îmzekirin.

Nîkol Paşînyan gotîye: “Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtî hatîye damezrandin. Piştî 8 ê tebaxê, em li Kafkasîya Başûr ya bi temamî cuda, li Komara Ermenîstanê ya nûda dijîn. Aşîtî ji bo me rastîyeke nenas û jîyaneke bîyanî ye, bila em vê rastîyê kêm nebînin. Divê em ji sifirê fêr bibin ka jîyana  aşîtîyê tê  çi wateyê, aşîtî çawa ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button