H’emû nûçeSereke

Balyoz Qwîn bi leşkerên amêrîkî yên bi esilê xwe ermenî re axivîye

Balyozxaneya Amêrîkayêye li Ermenistanê radigihîne ku balyoz Qwîn bi leşkerên amêrîkî yên bi esilê xwe ermenî re axivî ye ku ji bo beşdarbûna tetbîqata leşkerî ya hevbeş ya ermenî-amêrîkî “Teyrê hevkar-2025”  hatine Ermenîstanê.

Tê destnîşankirin ku di dawîya tetbîqata leşkerî ya “Teyrê hevkar-2025” de, tê plankirin ku leşkerên amêrîkî û alavên wan yên leşkerî vegerin cîhê wan yê sereke yê erkê.

Me ragîhandibû ku tetbîqata leşkerî ya hevbeş ya ermenî-amêrîkî “Teyrê hevkar-2025” wê di çarçoveya amadekarîyên ji bo beşdarbûna di mîsyonên aşîtîyê yên navneteweyî de ji 12-20 ê tebaxê li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button