H’emû nûçeSereke
Zedebûna berhema navxweyî ya Ermenîstanê di çaryeka duyemîn ya îsal de gihîştîye 5,9 selefî:wezîrê êkonomîkayê

Li Ermenîstanê, rêjeya mezinbûna berhema navxweyî di çaryeka duyemîn ya sala 2025 a li gorî çaryeka yekem zûtir bûye û gihîştîye 5,9 selefî.
Li gorî “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gevorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Papoyan nivîsîye: “Heger di çaryeka yekem ya vê salê de, berhema navxweyî bi 5,1 selefî zêde bûbe, wê demê di çaryeka duyem de, zêdayî mezin bûye û gihîştîye 5,9 selefî.Bînim bîr ku di dawîya sala borî de, dema ku byûcêya îsal dihat pejirandin, byûcêya dewletê zêdebûna 5,1 selefê di zêdebûna berhema navxweyî de pêşbînî dikirîye”.







