H’emû nûçeSereke

Hindistanê serlêdana Adirbêcanê ya ji bo tevlîbûna Rêxistina Hevkarîya Şanghayê asteng kirîye

Çavkanîyên dîplomatîk ji “Opindia” re piştrast kirine ku Hindistanê serlêdana Adirbêcanê ji bo endametîya tam ya Rêxistina Hevkarîya Şanghayê asteng kirîye. Nyû Dêlîyê têkilîyên stratêjîk yên nêzîkî yên Bekûyê bi Pakîstanê û Tirkîyayê re, ku gelek caran li ser mijara Kaşmîrê li dijî Hindistanê derketine, wek yek ji sedemên sereke yên nerazîbûna xwe destnîşan kirîye.

Niha Adirbêcan xwedîyê statuya “hevkarê diyalogê” ye û serlêdana wê ya ji bo endametiya tam di civîna  Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de hate nîqaş kirin, ku Hindistanê nerazîbûn nîşan daye. Karbidestan dîyar kirine ku Hindistan naxwaze endametîya Adirbêcanê di Rêxistina Hevkarîya Şanghayê de pesend bike ji ber ku Pakîstan ji xwe endam e û ev yek dikare rêxistinê bikişîne ku li dijî berjewendîyên Hindistanê tevbigere.   

Zêdetir nîşan bide
Back to top button