H’emû nûçeSereke

Nav girtîyên ermenî yên li Bakûyê  cêribandinên xwekuştinê hene:Sîranûş Sahakyan

 “Nav girtîyên ermenî yên li girtîgehên Bekûyê cêribandinên xwekuştinê hene”,-parêzera girtîyan li dadgeha Avropayê, Sîranûş Sahakyanê ji  “Azaî” ê re gotîye.

Li gorî çalakvanê mafên mirovan, dîlgirtîyan vê dawîyê bi xizmên xwe re bi rêya têlefonê axivîne, di wê peywendîyê de behsa hewldanên xwekuştinê hatîye kirin. Sahakyanê bêyî ku navan bide, tenê agahdar kirîye ku kesên ku hewil dane xwekuştinê kirine ne di nav rêveberîya leşkerî-sîyasî ya Arsaxê de ne, lê di nav dîlên din de ne.

Çalakvana mafên mirovan tekez kirîye ku “Mixabin, ez nikarim dîyar bikim… Ango, piştî rawestandina serdanên xaçê Sor, hewldanên weha çêbûne û dubare bûne, ku têkilîyeke raste-rast bi rawestandina çalakîyên xaçê Sor, tecrîd û êşa mirovan re nîşan dide”.

Parêzerê berjewendîyên girtîyan li dadgeha Avropayê alarmê dide: girtî nêzîkî du mehan e di tecrîdeke tevahî de ne, û tu rêxistineke navneteweyî ya serbixwe serdana wan nekirîye. Derbarê ragirtin, tenduristî yan rewşa wan ya psîkolojîk de tu agahî tune ye.

Nûnerên komîtêya navneteweyî ya xaçê Sor herî dawî di meha hezîranê de serdana girtîyên ermenî kirine. Vê rêxistina navneteweyî li ser daxwaza rayedarên Adirbêcanê ji îro ve çalakîyên xwe yên li Bekûyê bi awayekî daîmî rawestandîye.

Sîranûş Sahakyanê tekez kirîye:”Van rojan têlefon çêbûne, û malbatan ji me re gotin ku bi rêya wan axaftinan, pirsgirêkên tenduristîyê yên cidî û bê guman, rewşeke psîkolojîk ya dijwar ji bo wan berê xwe dane ferqê. Bêhêvîtî kûrtir dibe”.

Li gorî daneyên fermî, 23 girtîyên ermenî li girtîgehên Bekûyê têne girtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button