Serokwezîr sedema kêmbûna xercên parastinê sala 2026 a li gorî sala 2025 a eşkere kirîye

Hukumeta Ermenîstanê sala 2025 a lêçûnên parastinê bi awayekî nehevseng û bi awayekî berbiçev zêde kirine, ji ber vê yekê sala bê de li gorî îsal zêdebûnek di lêçûnên parastinê nayê plankirin.
Li gorî “Armenpress” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ev yek di dema rûniştina pirs û bersivan ya meclîsa teneweyî ya hukumetê de ragîhandîye.
Parlamêntarê fraksîyona “Peymana sîvîl” Armên Xaçatryan daxuyanîya berê ya ku dibe ku di sala 2026 a de zêdebûneke girîng di lêçûnên parastinê de çênebe yan jî dibe ku qet zêdebûn çênebe, bi bîr xistîye. Parlamêntar derbarê vê daxuyanîyê de daxwaza zelalkirinê kirîye.
Nîkol Paşînyan gotîye: “Sala 2025 a , li gorî byûcêya sala 2024 a, me zêdebûneke nehevseng ya mezin di lêçûnên parastinê de hebû. Û me lêçûnên parastinê yên girîng bicîh anîn. Me beşek ji van lêçûnan ji bo vegerandina deyn û erkên pêşerojê, di nav de di sêktora parastinê de, araste kirîye”.
Hukumetê guncaw dîtîye ku deynên ku, bo nimûne, di salê 2030-2035 a de berê dihatin dayîn vegerîne û barê deynan kêm bike.
“Me derfeteke darayî dîtîye, ew yek kirîye, û niha me ew deyn daye.heger em wê perçeya deynê ji tevahîya axaftinê derxînin û hejmaran li derveyî vê derxin, em ê zêdebûna xwezayî ya lêçûnên parastinê hebe ku me di destpêkê de plan kiribû, dibe ku hinekî zêdetir.Heger em bi vê mantîqê lê binêrin, li gorî plana lêçûnên navîn, lêçûnên parastinê sala 2026 a de li gorî sala 2024 a zêdebûnek xwezayî heye. Heger sala 2025 a de zêdebûneke tûj û nehevseng ya lêçûnên parastinê bi 115 mîlyard dram tunebûya, me wê di salên 2023 a, sala 2024 a, sala 2025 a, sala 2026 a de zêdebûneke xwezayî hebûya. Rastîya ku em plan nakin ku di sala 2026 a de li gorî sala 2025 a lêçûnên parastinê zêde bikin, lê belê kêmbûnek heye, di serî de bi vê ve girêdayî ye”,- serokwezîr zelal kirîye.
Faktorên din jî hene ji bo kêmkirina xercên parastinê sala 2026 a de, ku serokwezîr dikare wan li pişt derîyên girtî bi parlamêntoyê re parve bike.
Paşînyan piştrast kirîye ku “Sîyaseta ku em dişopînin ne tenê tu gefê li me naxwe û pergala me ya ewlehîyê qelis nake, ew tu pirsgirêkan çênake, lê berevajî vê, em di pêvajoyek pêşketina xwezayî de ne. Û ew pêşketina xwezayî wê berdewam bike”.







