Bloga tirkî 20 rastîyên balkêş derbarê Ermenîstanê de raber dike

Platforma blogê ya tirkî mutlucicekler.com ê gotareke balkêş li ser bêhempabûna dîrokî û çandî ya Ermenîstanê weşandîye.
Gotara bi sernavê “20 rastîyên balkêş derbarê Ermenîstanê” dibêje ku ev welatê Kafkasîyayê bi dîroka xwe ya kevinar, bedewîya xwezayî û dewlemendîya çandî ya xwe tê naskirin.
Nivîskarê gotarê, Ûgûrcan Bal, dinivîse: “Ermenîstan, ku dergûşa yek ji şaristanîyên herî kevin yên cîhanê ye, bi kevneşopîyên xwe yên bêhempa û mîrateya xwe ya dîrokî û çandî balê dikişîne”.
Piştra, ew agahdarîyên hêja yên ku ew girîng dibîne ku bizanin navnîş dike.
Gotar li jêr e.
1. Yekem dewleta xiristîyanî ya cîhanê
Ermenîstan yekem welat bû ku di sala 301 a de xiristîyanî wek ola dewletê îlan kirîye.
2. Sembola çîyayê Araratê
Her çiqas çîyayê Araratê li Tirkîyayê be jî, ew ji bo ermenîyan semboleke pîroz e û li ser nîşana neteweyî ya Ermenîstanê tê xuyang kirin.
3. Efirînerê alfabeya ermenî
Mêsrop Maştos sala 405 a de elfabeya ermenî efirandîye, ku îro jî tê bikaranîn û ji 39 tîpan pêk tê.
4. Yek ji kevintirîn paristgeha cîhanê
Paristgeha Dayikê ya Êcmîyazînê sedsala 4 a de hatîye avakirin û yek ji kevintirîn parêstgehên Xiristîyan yên cîhanê tê hesibandin.
5. Bihuşta şerabê
Dewleta Araratê xwedî dîrokeke çêkirina şerabê ye ku vedigere nêzîkî 6000 salan. Şerabxaneyên herî kevin yên cîhanê li vir hatine kifşkirin.
6. Hinar sembola neteweyî
Hinar yek ji sembolên neteweyî yên Ermenîstanê ye, ku sembola pirbûn, bereket û nemirîyê ye. Ew di çanda ermenî de cîhekî taybet digire.
7. Dûdûka navdar
Dûdûka amûra mûzîkê ya kevneşopî ya ermenî di lîsteya mîrata çandî ya nemaddî ya UNESCO ê de cîh digire.
8. Kabloya Tatêvê
Kabloya ber bi dêra Tatêvê bi dirêjahîya 5.7 kîlomêtrê, yek ji dirêjtirîn kabloyên dualî yên cîhanê ye.
9. Welatekî dewlemend bi keşîşxaneyên dîrokî
Ermenîstan warê bi sedan keşîşxane û dêrên dîrokî ye ku di nav çîya de veşartî ne.
10. Hunerê mohrên xaçê
Abîdeyên kevirî yên bi neqişên xaçê wekî “xaçkar” têne zanîn. Ew yek ji şêweyên hunerî yên herî bêhempa yên Ermenîstanê
11. Dewlemendîya destnivîsan
Matênadaran yek ji mezintirîn û hêjatirîn berhevokên destnivîsên serdema navîn li cîhanê heye.
12. Dolma: xwarineke bijare
Dolma yek ji xwarinên bijare yên metbexa ermenî ye, ku di lîsteya mîrateya çandî ya UNESCO ê de cîh digire.
13. Welatekî biçûk lê dîrokî
Her çend Ermenîstan ji alîyê rûberê ve biçûk be jî, ew yek ji şaristanîyên herî kevin yên cîhanê ye ku xwedî dîrokeke kûr e.
14. Roja Serxwebûnê
Ermenîstanê 21 ê îlona sala 199 ê de serxwebûna xwe ji Yekîtîya Sovyêtê ragîhand.
15. Brandîya navdar ya cîhanê
Brandya “Ararat” ê li cîhanê navdar e. Ew yek ji vexwarinên bijare yên Wînston Çêrçîl bûye.
16. Gola Sêvanê
Sêvan mezintirîn gola Kafkasîyayê ye û pir caran jê re “Margarîta Ermenîstanê” tê gotin.
17. Paytexta wê Yêrêvan e
Yêrêvan sala 782 a berî zayînê de hatîye damezrandin û wekî yek ji bajarên herî kevin yên cîhanê tê hesibandin.
18. Dîaspora û mûzîk
Gelek hunermendên navdar yên cîhanê, wekî endamên koma System of a Down, nûnerên dîasporaya ermenî ne.
19. Kevirên pembe yên Yêrêvanê
Avahîyên Yêrêvanê ji kevirê tûfê pembe hatine çêkirin, ji ber vê yekê bajar pir caran wekî “bajarê pembe” tê binavkirin.
20. Kevneşopîya sifreyê
Sifreya ermenî wekî sembola mêvanperwerîyê tê hesibandin. Xwarin bi gelemperî bi malbatê re, di nav sohbetên dirêj de tê xwarin.
Nivîskarê gotarê, bang li hezkirîyên rêwîtîyê dike û dibêje: “Heger hûn li cîhekî digerin ku we bi rabirdûyê ve girêbide û mêvanperwerîya dilsoz raber bike, wê hingê hêjayî wê ye ku Ermenîstan di navnîşa rêwîtîya xwe de bê zêdekirin”.







