Parastin û bikaranîna zimanên kêmneteweyan li Ermenîstanê di bala Konsêya Avropayê de ye

Dersên asûrî, ûkraynî û êzîdikî li ser asta zanîngehê bidin destpêkirin û hebûna mamosteyên asûrîya, yûnana, kurda, ûkraîna û êzîdîya mîsoger bikin, fînansmana ji bo komeleyên kêmneteweyên neteweyî zêde bikin, û mîsoger bikin ku qanûna parastin û pêşvebirina zimanên kêmneteweyan bi awayekî eşkere peyda dike: ev çend pêşnîyarên ku ji hêla komîtêya wezîran ya Konsêya Avropayê ve hatine kirin da ku xebata parastina zimanên kêmneteweyan li Ermenîstanê bi bandortir bê
Kirina vê yekê ji bo Ermenîstanê ne xwestek e, lê mecbûrîyetek e, ku di peymana avropî ya zimanên herêmî yan kêmneteweyî de, ku sala 2002 a de ketîye merîyetê, hatîye destnîşankirin. Bi vî awayî, Ermenîstanê soz daye ku lênêrîna taybetî ya asûrî, yûnanî, kurdî, rûsî, êzdikî, almanî û ûkraînî bike û ji bo axaftvanan derfetan biefirîne da ku van zimanan fêr bibin û bê astengî bi wan re têkilî daynin.
Raporteke nû ya komîtêya pisporan ya li ser peymana avropî ya zimanên herêmî yan kêmneteweyan hewlên rayedarên ermenî ji bo pêşvebirina cîhêrengîya çandî û zimanî destnîşan dike. Lê belê, pispor dibêjin ku divê qanûn bi awayekî zelal parastin û pêşvebirina zimanên kêmneteweyan mîsoger bike, û ew bi berfirehîtir bên hînkirin û pêşvabirin.
“Li gorî daneyên ku ji hêla rayedarên ermenî ve hatine peyda kirin, di serjimêrîya sala 2022 a, 31 079 kesan xwe êzdî, 14 076 rûs, 2 755 asûrî, 1 663 kurd, 1 005 ûkraînî û 364 yûnanî îlan kirine. Di pirsnameyê de her wiha pirsek li ser zimanê duyemîn ku welatîyên ermenî bi tevahî pê dizanin jî hebû. Li gorî wê, 1 893 181 welatîyên ermenî bi rûsî, 3 940 almanî, 3 450 êzdikî, 2 872 asûrî, 1 276 ûkraînî, 777 yûnanî û 561 kurdî diaxivin”.
Ji ber vê yekê, li gorî rêzikên kartê, divê şert û merc ji bo van kesan bên afirandin da ku ew bi zimanê xwe bi awayekî azad xwe îfade bikin. Konsêya Avropayê hebûna van şert û mercan li Ermenîstanê lêkolîn kirîye. Daneyên ku di raporê de hatine raberkirin adara sala 2025 a de hatine berhevkirin. Li ser bernameya “Cûre-cûrîya çandî” ya ku ji bo dibistanan hatîye pêşxistin, ku armanca wê pêşxistina rêzgirtina ji bo çandên cuda ye, îşaretek berfireh heye. Di çarçoveya bernameyê de, sala 2024 a de, hînkirin û fêrbûna zimanên kêmneteweyan, bi rêya dersên vekirî, pêrformans û stran û reqsan, li nêzîkî 170 dibistanên welêt hate pêşve xistin. Hemî hevpeyvînerên komîtêya pisporan piştrast kirine ku bûyerên çandî, sêmînar û pîrozbahîyên neteweyî bi rêkûpêk li civakên kêmneteweyan pêk tên û ji hêla hukumeta Komara Ermenîstanê ve bi awayekî çalak têne piştgirî kirin, di nav de ji hêla darayî ve jî.
Lê belê, hînkirina ziman carinan ne temam e:
“Hînkirina zimanê rûsî li hemû astên perwerdehîyê li Ermenîstanê berdewam dike. Bi gelemperî, hînkirina zimanên din yên kêmneteweyan li dibistanên seretayî û navîn, ji bilî yûnanî û ûkraînî, hatîye xurtkirin. Ji ber kêmbûna mamosteyên ziman yên jêhatî, pêşketin bi sînor e. Axaftvanan tekez kirine ku pêdîvî ye ku di asta zanîngehê de kursîyên ji bo lêkolînên sûryanî, ûkraynî û êzdîyan bên damezrandin û lêkolînên ku ji bo perwerdekirina mamosteyên hemû zimanên kêmneteweyên parastî hatine veqetandin bên raber kirin.”
Ji bilî perwerdeyê, komîteya pisporan hewl da ku fêm bike ka kêmneteweyên neteweyî dikarin bi zimanên xwe bi dewletê re têkilî daynin yan na. Bi vî awayî, asûrî, kurd û êzîdîyan di nîqaşan de karanîna zimanên xwe, û her weha îhtîmala raberkirina serlêdanên devkî piştrast kirine.
Di rewşa rûsî de, li hin civakan hem danûstandina devkî û hem jî ya nivîskî mimkun e. Yûnanî di danûstandinên bi rayedaran re nayê bikar anîn.
“Rêforma îdarî-herêmî ya berdewam yekbûna çend civakan di nav yekeyên mezintir de dihewîne, ku dibe ku bandorek neyînî li ser parastina zimanên kêmneteweyan bike. Komîtêya pisporan hişyarî dide ku divê rayedar piştrast bikin ku rêformên îdarî nebin sedema kêmkirina hînkirina zimanên kêmneteweyan”.
Beşek din ya berfireh ya raporê behsa çalakîyên medyayê, bi taybetî radyoya giştî dike. Bi vî awayî, li gorî qanûna “Li ser Medyaya dengî û dîtbarî”, ku di sala 2020 î de ketye merîyetê, weşanên giştî mecbûr in ku bernameyên li ser çand û jîyana hindikahîyên neteweyî weşan bikin, heftê 30 deqîqe li ser têlêvîzyona giştî û 2 sehet li ser radyoya giştî bidin.
Di raporê de wiha tê gotin:
“Bernameyên radyoyê bi zimanên asûrî û yûnanî rojê 15 deqe û bi zimanê kurdî jî 30 deqe têne weşandin. Di rojên hefteyê de, bernameyeke nûçeyan ya analîtîk ya 15 deqeyî bi zimanê rûsî rojane berdewam dike. Ji alîyê din ve, di mijara êzdîyan de, dema weşana rojane ji çerxa çavdêrîyê ya berê ve 45 deqe zêde bûye û bûye 75 deqe. Beşên têkildar bi hemî zimanên kêmneteweyan li ser malpera radyoya giştî hene, ku dihêle axaftvan nûçeyan bi şêweya nivîskî jî bişopînin”.
Radyoya giştî li ser malpera xwe armrado.am nûçeyan bi 12 zimanan diweşîne. Pisporan her wiha destnîşan kirine ku radyoyê nêzîkî 1000 nimûneyên mûzîka gelêrî ya kurdî dîjîtalîze kirîye û rêstore kirîye û ew bar kirîye arşîvên xwe, ku ew li ser malpera arşîva radyoyê û sepana mobîl jî hene.
Her çend rapor ji perspêktîfa perwerdehî, ragîhandin bi TIM û dabînkirina agahdarîyê re xalên erênî dihewîne jî, pêşnîyar jî hene. Mînakî, pejirandina rêbazek proaktîf ji bo pêşvebirina zimanên sûryanî, yûnanî, kurdî û êzdikî di hemî warên jîyana giştî de, mîsogerkirina ku rêformên îdarî nebin sedema kêmkirina hînkirin û karanîna zimanên kêmneteweyan.
Komîtêya wezîran ji Ermenîstanê li bendê ye ku heta 1 ê mijdara sala 2026 a li ser gavên hatine avêtin agahî werbigire. Ev welat wê rapora xwe ya pêrîyodîk ya din di 1 ê gulana sala 2029 a raber bike.







