Hukumetê pêşnûmeya byûcêya dewletê ya sala 2026 a pejirandîye: armancên sereke hatine destnîşankirin

Hukumetê civîna xwe ya 25 ê îlonê de pêşnûmeya qanûna “Li ser byûcêya dewletê ya Komara Ermenîstanê ya sala 2026 a” pejirandîye. Li gorî “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan destnîşan kirîye ku byûcê li gorî pêşînîyên bernameya hukumetê ye û destpêşxerîyên girîng yên civakî, perwerdehî, tenduristî, aborî û binesazîyê dihewîne.
Wezîr hejmareke armancên sereke ji bo sala 2026 a raber kirîye:
Tendurustî: sîstêma tenduristîyê ya berfireh wê bê destpêkirin
Perwerde: ji bo projeya “Bajarê akadêmîk” 4.9 mîlyard dram ji bo sêwirandin, avakirin û xizmetên şêwirmendîya navneteweyî hatîye veqetandin.
Miaş: miaşên mamosta û xebatkarên pêdagogîk wê di encama sêrtîfîkayê de zêde bibin.
Binesazîya perwerdehîyê: avakirin, nûjenkirin û dabînkirina dibistan û baxçeyên zarokan bi alavên pêwîst wê berdewam bike
Binesazîya rêyan: 66,2 mîlyard dram ji bo tamîrkirin û parastina rêyên navdewletî, komarparêz û herêmî û tesîsên veguhastinê hatine plankirin.
Rêveberîya avê: projeyên avakirina bendavan wê berdewam bikin da ku çavkanîyên avê zêde bikin û karîgerîya rêveberîya herikînê baştir bikin.
Hovhannîsyan destnîşan kirîye ku ev tedbîr ji bo mezinbûna aborî, başkirinên civakî û pêşxistina binesazîyê ne.







