H’emû nûçeSereke

Kabîneya serokwezîrê Ermenîstanê hûrgiliyên hevdîtina Paşinyan-Eliyev elam kirîye /vîdyo/

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Komara Adirbêcanê Îlham Eliyêv îro li Kopênhagênê, paytexta Danîyayê, di çarçoveya 7emîn civîna civaka sîyasî ya avropî de civyane.

Li gorî “Armenpress” ê, ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê radigihîne ku alîyan girîngiya peymanên ku di civîna aşîtîyê ya Waşngtonê ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp ve hatîye destpêkirin, hatine bidestxistin, tekez kirine. Wana amadebûna xwe ji bo berdewamkirina xebata ji bo kûrkirina bêtir ya aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji nû ve piştrast kirine.

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê bal kişandine ser feydayên ragîhandina veguhastinê li herêmê, li ser pêşketina pêşxistina binesaziyê li Adirbêcanê û pêkanîna projeya TRIPP li Ermenîstanê nîqaş kirine, û li ser pêkanîna dêklarasya Waşîngtonê nêrînên xwe parve kirine.

Di vê çarçoveyê de, alîyan biryara yekdeng ya rawestandina pêvajoya Minskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê û hemû pêkhateyên pêwendîdar pêşwazî kirine.

Alyan tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna bêtir tedbîrên avakirina bawerîyê kirine û li hev kirine ku têkiliyên xwe bidomînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button