Rûsya di çandina parçebûn û bêserûberîyê li Yekîtîya Avropayê de bi ser nakeve: fon dêr Lêyên

Seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Lêyênê roja çarşemê soz dabû ku Rûsya wê di çandina “perçebûn û bêaramîyê” di hevpeymaniyê de bi ser nekeve. Ewê ev daxuyanî di destpêka danûstandinên asta bilind de li Danyayê daye, ku ji ber firînên nepenî yên hejmareke wesayîtên hewayî yên bêmirov hatine lidarxistin, AFP radigihîne.
Fon dêr Lêyênê dema ku hevdîtinên parastinê li Kopênhagênê dest pê kirin ji rojnamevanan re gotîye: “Ev qalibek e, û ew qalib ji Rûsyayê tê. “Rûsya dixwaze me bicêribîne, lê Rûsya di heman demê de hewil dide ku di civakên me de dabeşbûn û fikaran biçîne. Em ê nehêlin ku ev bibe”.
Bîr bînin ku Rûsyayê bi berdewamî destwerdana xwe di xuya bûna dronan de li qada hewayî ya welatên endamên NATO ê red kirîye.
Di hefteya borî de li welatên Avropayê çend bûyerên têkildarî wesayîtên hewayî yên bêpîlot qewimîn. Piştî xuya bûna cîhazên nenas, balafirgehên li Danyayê, Norvêcê û Lîtvayê hatine û çûyîna balafiran rawestandine, û rêya firînê ya balafirgeha sereke ya li Holandîyayê hatîye girtin.







