H’emû nûçeSereke

Meclîsa neteweyî li ser avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de danezanek pejirand

Meclîsa neteweyî pêşnûmeya daxuyanîya “Li ser avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de” ku ji hêla fraksîyona “Peymana sîvîl” ve hatîye nivîsarê, pejirand. Li gorî “Armenpress” ê, daxuyanî bi 64 dengên erê, 0 dengên ne li dijî û 2 dengên bêalî hate pejirandin. Fraksîyonên muxalefetê beşdarî rûniştinê nebûne. 

Serokê fraksîyona “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan raber kirîye kir ku  8 ê tebaxa îsal de, peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, û dêklarasyona aşîtîyê jî hatîye îmzekirin”.

Koncoryan destnîşan kirîye ku “Divê bi fermî vê rastîyê tomar bike û bi pejirandina daxuyanîyekê piştgirîyê bide aşîtîyê, ku bang li hemî alîyên peywendîdar dike ku wê qewîn bikin û pêşve bibin”.

Di axaftinan de tekez li ser wê yekê hatîye kirin ku têkilîyên cînartîya baş bi cînara ra û sînorên vekirî wê dêmokrasî, aborî û serwêrîya hiqûqê ya Ermenîstanê qewîn bike.Hatîye destnîşankirin ku belgeyên ku li Waşîngtonê hatine îmzekirin ji bo pêşkeftina domdar û ewlehîyê rûpeleke nû vedikin.

Hayk Koncoryan destnîşan kirîye ku yek ji gavên din yên ji bo qewînirina aşîtîyê li Kopênhagênê, di encama civîna serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê de di çarçoveya civîna civaka sîyasî ya avropîye 7emîn de pêk hatîye. Li gorî wî, careke din hatîye tomar kirin ku di çarçoveya vekirina binesazîyê li axa Ermenîstanê de, tenê yek proje heye.

Cîgirê serokê meclîsa neteweyî Hakob Arşakyan di axaftina xwe de destnîşan kirîye ku pêvajoya aşîtîyê dikare bibe sedema avakirina têkilîyên dîplomatîk bi Tirkîyayê û Adirbêcanê re jî. Cîgirê serokê meclîsa neteweyî axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Heger ne rêya ber bi dewleteke guncaw be, ev çi ye, heger ne rêya ber bi dewleteke dîyalogî, aştîxwaz, azadî û serbixwe ku garantîyên ewlehîyê yên herî bilind ji bo welatîyên xwe peyda dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button