H’emû nûçeSereke

Pêşangeha pirtûkan ya Silêmanîyê derîyên xwe ji xwendevanan re vekirîye

Pêşangeha 7 emîn ya navneteweyî ya pirtûkan li bajarê Silêmanîyê derîyên xwe li ber xwendevanan vekirîye. Biryar e pêşangeh heta 13 ê cotmehê berdewam bike û wê de zêdetirî 250 weşanxane ji 16 welatên cîhanê beşdar in.

Pêşangeh 3 ê cotmeh hatîye  vekirin, ewê ji seheta 10 a sibehê heta êvarê 8 a vekirî be. Di pêşangehê de zêdetirî 250 navendên çap û weşanê beşdar in, ku ji sedî 70 ê wan navendên navneteweyî û ji sedî 30 ê wan jî navxweyî ne.

Pirtûk û berhemên çapkirî yên ji zêdetirî 16 welatên cuda tên pêşandan, ku bi hezaran sernavên cuda li xwe digirin.

Karmendî weşanxaneya beşdar ji K24 ê re gotîye: “Li gorî salên borî, îsal hîn ewqasî ne qelebalix e, lê xelk hêdî-hêdî berê xwe didinê û tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de hejmara serdaneran zêdetir bibe”.

Heman karmendî derbarê daxwaza xwendevanan de jî daye zanîn ku daxwazeke zêdetir li ser pirtûkên îngilîzî heye li gorî pirtûkên kurdî, tevî ku weşanxaneyên navxweyî hewil dane berhemên baştir  raber bikin.

Li perawîza pêşangehê, rojane gelek çalakî û panelên cuda yên edebî û rewşenbîrî tên lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button