H’emû nûçeSereke

Li balafirgeha  Yêrêvanêye “Zvartnos” ê  wê termînaleke nû hebe: di nav 10 salan de 500 mîlyon dolar wê bê veberhênan

Balafirgehên navneteweyî yên Ermenîstanê plan dikin ku di 10 salên pêş de 500 mîlyon dolar veberhênanê bikin da ku termînaleke nû li balafirgeha “Zvartnos” ê ya Yêrêvanê ava bikin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda, serokê balafirgehên Ermenîstanêye navneteweyî Marsêlo Wêndê di hevpeyvîna bi Forbes re gotîye.

Ewî bi hûrgilî gotîye ku di du salên borî de, mezinbûna hatina rêwîyan li balafirgeha Yêrêvanê ji bendewarîyan derbaz bûye, salê gihîştîye  5.5 mîlyonî zêdetir. Ewî destnîşan kirîye ku têrmînal ji bo xizmetkirina 3-4 mîlyon rêwîyan salê hatîye çêkirin, ji ber vê yekê kapasîteya heyî îdî têrê nake, û berfirehkirin di van şert û mercan de girîng e.

“Dema ku em sala 2001 e hatin Ermenîstanê, binesazîya balafirgehê kevin bû û hema bêje li ber hilweşînê bû. Me ew gav bi gav ji nû ve ava kir, veguherand termînalek nûjen ku ji deh salan zêdetir xizmetek baş ji welêt re kirîye. Niha, ji bo ku em bigihîjin trêndên mezinbûna pêşerojê, em plan dikin ku di 10 salên bê de bi veberhênanek 500 mîlyon dolarî kapasîteya balafirgehê du qat zêde bikin”.

Hejmara derîyên siwarbûnê wê ji 6 a zêdebe û bighîje  16 a. Salonên hatinê, deverên koçberîyê û deverên gumrikê wê du qat zêde bibin. Em ê salonên nûjen lê zêde bikin, cîhên parkkirinê berfireh bikin û girêdana veguhastinê ji bo rêwîyan baştir bikin. Her wiha em ji bo danasîna derîyên pasaporta dîjîtal yên otomatîk û pergaleke pasaporta bîyometrîk ya nû amadekarîyan dikin, ku wê rêwîtîya welatîyên Ermenîstanê, bi taybetî ber bi Avropayê, hêsan bike. Armanca me ew e ku em pozîsyona Ermenîstanê wekî navendeke reqabetê li herêmê mîsoger bikin”,- Wêndê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button