Ermenîstan bi fermî gihîştîye yekîtîya navneteweyî ya parastina xwezayê

Komara Ermenîstanê bi fermî gihîştîye yekîtîya navneteweyî ya parastina xwezayê û di asta dewletê de bûye endam.Derheqa wê yekêda wezîrê jîngehê Hambarsûm Matêvosyan ragîhandîye.
“Ev hemû delîlên pabendbûna welatê me ya ji bo pêşxistina parastina bîyolojîk cîhêrengîyê û bilindkirina xwestekên me ji bo xwezayê ne”.
Salên dawî de, me di warê bîyolojîk cîhêrengîyê de pêşketinên girîng bi dest xistin, stratêjîya neteweyî û plana çalakîyê ya bîyolojîk cihêrengîyê qebûl kirin, û her weha pirtûka sor ya Ermenîstanê nûve kirin. Lê belê, hîn jî pirsgirêk hene ku divê bên çareser kirin: qewînkirina çarçoveya qanûnî, pêşxistina pergala çavdêrîya bîyolojîk cihêrengîya neteweyî, û mîsogerkirina fînansmana domdar ji bo armancên jîngehê yên demdirêj.
Wezîr nivîsîye:”Ev endametî di heman demê de derfetê dide me ku em beşdarî mêxanîzmên fînansekirina navneteweyî bibin, wekî sazîya jîngehê ya gerdûnî û fonda çarçoveya cûre-cûrîya bîyolojîk, da ku pêşînîyên me yên neteweyî pêşve bibin û beşdarî armancên avhewa û cûre-cûrîya bîyolojîk yên gerdûnî bibin”.







