ÇandSereke

Fêstîvala fîlmên kurdî ya Vankûvêrê bi diruşma “Zimanê dayikê” tê lidarxistin

Xuleke nû ya fêstîvala fîlmên kurdî ya Vankûvêrê wê di bin diruşma “Zimanê dayikê” de bê lidarxistin. Fêstîvala îsal wê bi taybetî balê bikişîne ser vegotinên jinan û girîngîya ziman û nasnameyê di sînêmaya kurdî de.

Fêstîvala fîlmên kurdî ya Vankûvêrê xula xwe ya nû radigihîne. Fêstîvala ku wê sê rojan, di navbera 17-19 ê cotmehê de berdewam bike, îsal giranî daye ser çîrokên ku ji hêla jinan ve tên vegotin. Postêra fermî ya fêstîvala îsal ji alîyê hunermend “Yaşar” ve hatîye sêwirandin. Tê payîn ku di demeke nêzîk de navên fîlmên beşdar û endamên lijneya dadweran jî bên eşkerekirin.

Serokatîya fêstîvalê hunermend û şanogerê navdar yê kurd Rizgar Heme dike. Tîmeke hunermendan jî di organîzasîyakirina fêstîvalê de alîkar in ku ev kes in: Salih Arif, Nîwar Emîn, Saman Mistefa, Hoşyar Husên, Koçer Ebûbekir û Rêkan Seyda.

Li gorî rêveberên fêstîvalê, armanca sereke “danasîn û nîşandana hêz, efirînerî û şîyana çandî ya sînêmaya kurdî ye”. Wana herwiha tekez kirîye: “Di cîhaneke ku dengên kurdan pir kêm tên bihîstin, hebûna vê fêstîvalê girîng e da ku çîrokên kurdan, çi li Kurdistanê û çi jî li dîyasporayê, bigihîjin cîhanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button