
Civîna 67emîn ya komeleya dadwarên navneteweyî li Bekûyê tê lidarxistin.Nêzîkî 300 dêlêgasîya ji 71 welatên cîhanê beşdarî merasîma vekirinê bûne: dadwar, parêzer, berpirsên hukumetê, nûnerên rêxistinên navneteweyî û pisporên hiqûqî yên navdar. Medyaya Adirbêcanê radigihîne ku berîya civînê, komeke ji rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî serî li komeleya dadwarên navneteweyî dane û fikarên xwe yên li ser binpêkirina serxwebûna dadwerîyê li Adirbêcanê û zextên berdewam anîne ziman.
Di nameyê de tê destnîşankirin ku dadwarîya Adirbêcanê di bin bandoreke cidî ya hukumetê de ye, ku dihêle ku tohmetên bi motîvasyonên sîyasî bên kirin, û her weha zexta li ser muxalefetê zêde bibe.
Rêxistinan destnîşan kirine ku “Ev rewş raste-rast mafên mirovan û serwêrîya hiqûqê binpê dike”.
Raportên Netewên Yekbûyî, konsêya Avropayê û rêxistinên civaka sîvîl yên herêmî bi awayekî sîstêmatîk dozên zulm û zordarîya dadwarî, îşkence, tohmetên sîyasî û binpêkirina mafê darizandineke edil li Adirbêcanê belge kirine. Tê destnîşankirin ku dadgeha mafên mirovan ya Avropayê di biryarên xwe de gelek caran tekez kirîye ku dadgehên Adirbêcanê welatîyan ji girtinên bêmaf naparêzin û bi awayeke mêxanîkî biryarên dozgerîyê piştrast dikin. Parêzvanên mafên mirovan vê yekê wekî nîşaneyekê dibînin ku dadwarî li ser fermanên sîyasî dixebite.
Xudanên nameyê bang li komeleya dadwarên navneteweyî kirine ku destwerdana hukumetê di dadwarîyê de û veguherandina wê bo amûreke zordarîyê şermezar bike, nekarîna dadgehan ji bo avakirina mêxanîzmayên çavdêrîyê yên bi bandor li dijî hukumetê rexne bike, Adirbêcanê teşwîq bike ku bi sazîyên çavdêrîyê yên navneteweyî re hevkarîyê bike û biryarên dadgeha mafên mirovan ya avropî bi tevahî bicîh bîne, û her weha mêxanîzma lêpirsînê ya fermî li ser binpêkirinên li Adirbêcanê, li gorî xala 13 a ya destûra rêxistinê, bide destpêkirin.
Parêzvanên mafên mirovan bawer dikin ku biryara ku wê ji hêla meclîsê ve bê pejirandin wê peyameke girîng ya hevgirtinê bi kesên ku bi neheqî hatine girtin û piştgirîya serxwebûna pîşeya hiqûqî re bişîne.







