Înîsîyatîva lêkolînê êrîşa dêzînformasyonê ya nû ya Rûsyayê li dijî Ermenîstanê eşkere dike

Înîsîyatîva lêkolînê ya Gnida Project, ku bi eşkerekirina kampanyayên dêzînformasyonê yên Rûsyayê mijûl e, êrîşeke nû ya li dijî Ermenîstanê ji alîyê koma Storm-1516 ve eşkere kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda pisporê medyayê Artûr Papyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Ewî ragîhandye ku êrîş ji ber gotareke di ajansa medyayî ya bi zimanê tirkî ODATV de hatîye weşandin, ku tê de îdîa dike ku serokwezîr Nîkol Paşinyan amadekarîyan dike ku qadeke 1200 kîlomêtrçargoşeyî ya nêzîkî Syûnîkê radestî Adirbêcanê bike û her weha axa nêzîkî xala kontrolê ya Margarayê bide Tirkîyayê.
Li gorî Gnida Project ê, ODATV berê di kampanyayên dêzînformasyonê yên Rûsyayê de beşdar bûye, di nav de li dijî Ûkraînayê jî.
Li gorî Papyan, qonaxa din ya êrîşê ber bi platforma X ve çûye, ku ev taktîka pejirandî ya Storm-1516 e.
Papyan nivîsîye: “Li vir, hejmareke hesabên anonîm vîdyoyeke bi zimanê îngilîzî belav dikin ku heman gotinan dubare dike. Navên hesabên X bi piranî bi îngilîzî ne, hin dişibin navên malperên nûçeyan, yên din jî formûlasîyonên ku di nav der-dorên rastgir-mûhafezekar de têne pejirandin dihewînin: welatparêz, rastî. Di gelek rewşan de, em li kêleka navê alên Rûsyayê yan Dewletên Yekbûyî dibînin”.
Berê, agahîya ku serokwezîrê Ermenîstanê amadekarîyan dike ku ji herêma Syûnîkê axê bide Adirbêcanê û ji herêma Margarayê jî bide Tirkîyeyê, ji alîyê sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nazêlî Baxdasaryanê ve hatîye redkirin.







