H’emû nûçeSereke

Rûsya di warê aborî û bazirganîyê de yek ji hevkarê me yê sereke ye:Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hevpeyvîna li gel DW ê re gotîye: “Rûsya di warê aborî û bazirganîyê de yek ji hevkarên me yên sereke ye”.

Ji bo pirsa din “Niha em li ser fîlê sipî yê mezin yê di odeyê de biaxivin. Moskva çawa bertek nîşanî peymana we ya aşîtîyê ya bi Adirbêcanê re dide? Hevkarîya we bi Yekîtîya  Avropayê re? Ew ji vê yekê hez nakin, ne wisa?” ewî bersiv daye: “Mimkûn e. Ez wê yekê red nakim”.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye: “Berî demekê me li ser tedbîrên gengaz ji bo hêsankirina gihîştina kelûpelên Ermenîstanê bo bazarên Yekîtîya Avropayê diaxivî. Niha em, wekî ku tê gotin, têkilîyên xwe yên aborî, bazirganî û ênêrjîyê cûre-cûre dikin. Gelek mijar hebûn ku Ermenîstan û Rûsya li ser wan li hev kirine. Lê dîsa, Ermenîstan û Rûsya hîn li ser gelek mijarên din negihîştine lihevkirinekê. Di mijara peymana aşîtîyê, avakirina aşîtîyê û avakirina têkilîyên veguhastinê de, me bersivên erênî ji Moskva fermî dîtin. Karbidestên rûsî amadebûna xwe ya piştgirîkirin, beşdarbûna di projeyên veguhastinê  de nîşan dane”.

Li gorî wî, medyayê û her weha endamên parlamêntoya Rûsyayê, sîyasetmedar û pispor “carina bi tundî rexne li Ermenîstanê, hukumetê, dêmokrasîya Ermenistanê, biryarên serwêr yên Ermenîstanê, heta pêrsonal jî dikin”.

Ararat Mirzoyan destnîşan kirîye ku “Mebesta min serokên Ermenîstanê ye. Û bê guman, ev yek têgihîştina nerast yan jî valahîya nakokîyan di navbera Ermenîstan û Rûsyayê de kûrtir dike. Me bala hevkarên xwe yên rûs kişandîye ser van êrîşên propagandaya medyayê. Ez nafikirim ku bersiva wan me razî kirîye. Wek ku min berê jî gotîye, ev biryarên me yên serwêr in. Dêmokrasî hilbijartina me ye. Em têkilîyên xwe bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Yekbûyî, ango bi hevkarên xwe yên stratêjîk re kûrtir dikin. Hevkarîya bi welatên din re hilbijartina me ya serwêr e, biryara me ye. Ji ber vê yekê, yan hevkarên normal rêzê li hev û biryarên hev digirin, yan jî ev hevkarî hewce dike ku bê nûjen kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button