H’emû nûçeSereke

Ez seredanên dualî yên di navbera serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê  red nakim, lê pirs hene:Alên Sîmonyan

Ez ê îhtîmala ku di çarçoveya hin formatên navneteweyî de… bila serokê wan bên Ermenîstanê, bila serokê welatê me biçe cem wan, ez jî amade me ku biçim.Derheqa wê yekêda  serokê parlamentoya Ermenîstanê Alên Sîmonyan 22 ê cotmehê hevpeyvîna bi rojnamevanan re  gotîye.

“Lê belê berî wê hin mijar hene ku divê bên niqaşkirin. Ne tenê meseleya ewlehîyê ye, lê meseleya girtîyan jî ye. Ji bo me zehmet e ku em biçin wir… Em çawa dikarin biçin wir bi zanîna ku di heman demê de li wir girtî hene. Di nav wan de him girtî û hem jî rehîne hene. Ez geşbîn im, lê em li ser mijarê naaxivin heta ku encameke berbiçev çênebe”,- ewî tekez kirîye.

Sîmonyan gotîye ku atmosfera ku hevdîtina wî bi serokê parlamentoya Adirbêcanê re tê de pêk hatîye, ji gelek hevkarên din yên navneteweyî jî çêtir bûye.

Ewî her wiha gotîye ku ewî helwesta serokê parlementoya Adirbêcanê ya li hember aşîtîyê dîtîye.

“Em herdu jî dixwazin ku nakokî carekê  û her çareser bibe. Ew jî dixwazin ku “hemû belge” ji bo pêşerojê bi xwe re hebin. Wek din, di Destûra bingehîn ya Ermenîstanê de tu pirsgirêk tune. Di heman demê de, Adirbêcan dixwaze ku di 10-20 salan de tu hêzeke sêyemîn, heta hêzeke biyanî jî, hewil nede ku her du komarên berê yên Sovyêtê li dijî hev rake. Nîyeta min jî eynî ye”,- Sîmonyan destnîşan kirîye.

Ewî dîyar kirîye ku li gorî têgihîştina Adirbêcanê, “em 20 selefê axa wan di bin dagirkerîyê de dihêlin”.

“Ji bo ku dîyalog pêk bê, ji bilî avakirina helwesta xwe, divê mirov helwesta alîyê din jî fêm bike. Ew bawer dikin ku şerekî navneteweyî hatîye provokekirin da ku mijara hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê di vê çarçoveyê de bibe duyemîn, û di encama vê provokasyonê de, leşkerên Ermenîstanê, bi piştgirîya leşkerên Rûsyayê, 20-30 selefê axa wan dagir kirin. Ev helwesta wan e. Dibe ku em bi wê helwestê razî nebin, lê ji bo ku em fêm bikin ka meriv çawa dîyalogê ava dike, divê em helwesta wan bizanibin”,-ewî tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button