Pisporên ermenî û adirbêcanî li Stenbolê civiyane

Civîa pisporên ermenî û adirbêcanî li Stenbolê pêk hatîye. Derheqa wê yekêda serokê navenda adirbêcanî ya analîza têkilîyên navneteweyî Farîd Şafîyêv mîkrobloga xwe ya X ê de ragîhandîye û destnîşan kirîye ku pisporên navendê bi pisporên înstîtûta ermenî ya lêkolînên Kafkasyayê re civîne li dar xistine.
Şafîyêv destnîşan kirîye ku “Li Stembolê, pisporên navenda analîza têkilîyên navneteweyî bi pisporên ermenî re, bi serokatîya rêvebirê înstîtûta lêkolînên Kafkasyayê Alêksandr Îskandaryan, nîqaşek li dar xistine”.
Navenda analîza têkilîyên navneteweyî, ku li Bekûyê kar dike, sazîyeke dewletê ye. Ew bi awayeke çalek beşdarî raberkirina helwesta fermî ya Bekûyê li ser mijarên navneteweyî û dîplomatîk dibe, sîyaseta der ya Adirbêcanê li ser platformên cûre-cûre vedihewîne û yek ji amûrên propagandayê yên herî girîng yên Bekûyê ye.







