Mezinbûna navînî ya salane ya berhemap navxweyî ya serê her kesî di heft salan de ji 660 dolarî zêdetir e:wezîrê aborîyê

7 salên piştî sala 2017 a de, rêjeya mezinbûna salane ya navînî ya berhema navxweyî ya serê her kesî li Ermenîstanê bi qasî 662 dolar bûye.
Li gorî “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî aboîrîyê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê li ser vê yekê nivîsîye, bi balkişandina ser daneyên banka cîhanî, ku behsa nîşaneyên berhema navxweyî ya serê kesî li Ermenîstanê ji sala 1991 ê heta sala 2024 a dikin.
Ewî destnîşan kirîye ku sala 1991 ê de, berhema navxweyî ya serê her kesî li Ermenîstanê 573 dolar bûye û di 1997 a de jî 505 dolar bûye, ku bi navînî salê ji 10 dolarî zêdetir kêm dibe.
Paşê, wezîr nîşaneyên berhemên navxeweyî yên sala 1997-a bi sala 2007 a re berawird kirîye û destnîşan kirîye ku di wê heyamê de, berheqa navxeweyî bi navînî bi qasî 246 dolar salane mezin bûye, û 10 salên pêş de, mezinbûna navînî ya salane bi qasî 141 dolar bûye.
Papoyan bi berhevkirina dahata serê her kesî ya sala 2024 a, ku gihaştîye 8,501 dolarî, destnîşan kirîye ku li gorî sala 2017 a, ev nîşane 7 salan de 4,632 dolar zêde bûye, yan ku navînîya salane nêzîkî 662 dolar e.







