Guhertina vêktora ênêrjîyê: çima ji bo Ermenîstanê girîng e?: Vahê Davtyan

Guhertina vêktora ênêrjîyê: kêmbûna hinardekirina Bekûyê kêmasîyên sîstêmîk eşkere dike. Ev çima ji bo Ermenîstanê girîng e? Derheqa wê yekêda pisporê ewlehîya ênêrjîyê Vahê Davtyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Ewî bi taybetî destnîşan kirîye: “Sîstêma ênêrjîyê ya Adirbêcanê di qonaxek guherîn û bêîstîqirarîyê de ye.Agahîyên 8 mehên pêşin yên sala 2025 a nîşan didin ku qebareya hinardekirina êlêktrîkê ya welêt bi qasî 10 selefî kêm bûye û dahata hinardekirinê jî ji 8 selefî zêdetir kêm bûye”.
Kêmbûna here mezin ber bi Rûsyayê ve hatîye tomarkirin – dabînkirin hema 1,7 caran kêm bûye, dahat-ji du qatan zêdetire. Trêndên wekhev di nîşaneyên hinardekirina bo Tirkîyayê û Îranê jî têne dîtin (bi rêzê ve -19,8 selef û-11,9 selef), ku ev ne bêîstîqirarîya bazarên takekesî, lê kêmbûnek sîstêmîk nîşan dide.
Di heman demê de, Adirbêcan hawirdekirina êlêktrîkê ji cînarên xwe, bi taybetî ji Rûsyayê zêde dike, ku ev yek nîşan dide ku di navbera xerckirina navxweyî û hilberînê de nehevsengîyek heye.
Bi tevayî, dahata hinardekirina êlêktrîkê (nêzîkî 52.7 mîlyon dolar di 8 mehan de) îdî lêçûyînan nagire ber hevsengîyê, û hevsengîya ênêrjîyê ya welêt hêdî-hêdî ji hinardekarîyeke ber bi modêleke girêdayîbûna hevbeş ve diçe.
Heman meyl di sêktora pêtrolê de jî tê dîtin:7 mehên pêşin yên vê salê de, Bekûyê hawirdekirina pêtrola Rûsyayê 32 selef kêm kir, lê belê mîqdarên ji çavkanîyên din, wek Qazaxistan û Îraq, nekarîn zirarên wê telafî bikin. Di encamê de, dahata hinardekirina pêtrolê li gorî salên berî krîzê hema nîvî kêm bûye.
Wêneyeke paradoksal derdikeve holê: welatekî ku dixwaze bibe navendeke ênêrjîyê ji bo Başûrê Kafkasyayê, îro neçar e ku êlêktrîkê îtxal bike û stratêjîya xwe ya hinardekirinê ji nû ve binirxîne.
Û ev tam ew balona propaganda-agahdarîyê ye ku Yêrêvan di şert û mercên din de dikarîbû li dijî hîleyên dîplomatîk-ênêrjîyê yên Bekuyê bi kar bîne. Evên dawîn, wek ku min gelek caran nivîsîye, armanc dikin ku aktorên der, nemaze yên avropî, razî bikin ku ya bi navê “Korîdora Zangêzûr” dikare ji bo armanca hinardekirina domdar ya êlêktrîkê bo bazarên Rojavayê bên bikar anîn”







