Hukumetê pêşnûmeya qanûnê ya kêmkirina 6 mehan ya leşkeriyê pesend kirîye

Pêşnûmeya qanûnê ya kêmkirina dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî bi 6 mehan ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hate pejirandin.
Li gorî “Armenpress” ê, pêşnûmeya qanûnê ji alîyê cîgirê wezîrê parastinê Arman Sargsyan ve di civîna 30 ê cotmehê ya desthilata cîbicîkar de hatîye rvber kirin.
Pêşnûme qanûn pêşbînî dike ku dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî ya 24 mehî ya ji bo leşkeran, ji leşkeriya zivistanê ya sala 2025 a dest pê bike, bi 6 mehan bê kêmkirin û heyameke xizmeta leşkerî ya mecbûrî ya 18 mehî bê destnîşankirin.
Sargsyan gotîye:”Pêşnûmeya biryara hukumetê ya li ser ragihandina leşkerîya zivistanê ya sala 2025 a, ku niha di nav belavokê de ye, pêşbînî dike ku pêvajoya rastîn ya tijîkirina hêzên çekdar di çarçoveya leşkerîya zivistanê de ji 7 ê çileya sala 2026 a pê ve dest pê bike, di encamê de welatîyên ku ji leşkerîya zivistanê ya sala 2025 a pê ve ji bo xizmeta leşkerî ya mecbûrî hatine gazîkirin, wê ji bo heyameke 18 mehan xizmetê bikin”.
Kêmkirina dema xizmetê ji 1 ê çileya sala 2026 a pê ve ji bo welatîyên ku di xizmeta leşkerî ya mecbûrî de ne derbasdar nabe.







