Lêgerînên dîrokî de, dibe ku derkeve holê ku kesek welatê xwe li Altayê bibîne:Alên Sîmonyan li ser daxuyanîya Alîyêv

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, li ser daxuyaniya dawî ya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, ku li gorî wî hejmara herêmên Ermenîstanê, di nav de Sêvan jî, qaşo “bi esilê xwe adirbêcanî” ne, şîrove kirîye.
Bi ragîhandina “Armenpress” ê, di civîna rojnamevanan de, Sîmonyan destnîşan kirîye ku daxuyanîyên bi vî rengî ji bo temaşevanên navxweyî yên Adirbêcanê ne.
“Min demek dirêj li ser vê yekê şîrove kirîye û gotîye ku di rewşa ku kesek bikeve nav lêgerînên dîrokî, dibe ku derkeve holê ku kesek welatê xwe li Altayê bibîne.Tiştekî min tune ku ez lê zêde bikim. Ez bawer dikim ku ev daxuyanî li gorî mantîqa heyî naçe, lê di heman demê de divê ez bêjim ku ew ji bo temaşevanên navxweyî ye. Ez naxwazim li ser navê temaşevanên navxweyî bersivê bidim”,- Sîmonyan gotîye.
Serokê parlamêntê her wiha bersiv daye şîroveyên ku Elîyêv behsa “azakirina” herêman kirîye.
Bi balkişandina ser daxuyanîyên Elîyêv yên li ser vegera penabera qaşo adirbêcanî bo malên xwe li Ermenîstanê û li ser çavdêrîyên yek ji rojnamevanan di wê çarçoveyê de ku Elîyêv behsa “azakirina herêman” kirîye, Alên Sîmonyan wiha bersiv daye:
“Min di axaftina wî de tiştek li ser rizgarîyê nedîtîye. Berevajî vê, min dîtîye ku ewî gotîye ku divê em bi otomobîlan vegerin, ne bi tankan. Ez fêm nakim çima hûn jê re dibêjin “azakirin”.
Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ragîhandîye ku “hema hemû navên li axa Ermenîstana îroyîn bi esilê xwe adirbêcanî ne”, û destnîşan kirîye ku “gola Sêvanê tune, gola Gyoyçayê heye”. Elîyêv her wiha îdîa kirîye ku “nexşeyên împêratorî yên Rûsyayê” qaşo vê “rastîya dîrokî” piştrast dikin.
Alîyêv her wiha dîyar kirîye ku “vegera azêrîyan bo axên xwe yên dîrokî li axa niha ya Ermenîstanê divê gelê ermenî netirsîne”.Alîyêv daxuyanîya xwe ya berê bi bîr xistîye ku “divê ew ne bi tankan, lê bi otomobîlan vegerin wan axan”.







