
Pisporê adirbêcanî Rûsîf Huseynov bawer dike ku danezana ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye îmzekirin, bersivên mijarên nakok yên di navbera alîyan de peyda dike.
Li gorî “Armenpress” ê, li civîna kurt de bi rojnamevanan re, Rûsîf Huseynov, rêveberê navenda analîtîk ya Topçûbaşov, ku beşdarî konfêransa ku ji hêla navenda “Orbêlî” ve li Yêrêvanê tê organîzasîyakirin dibe, her wiha bal kişandîye ser daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ku “nexşeyên kevin yên împaratorîya Rûsyayê yên destpêka sedsala 20 î bi zelalî nîşan didin ku hema hemî toponîmên li axa Ermenîstana îroyîn bi esilê xwe adirbêcanî ne”.
Pisporê Adirbêcanî di bersiva pirsa gelo ev daxuyanî normalîzasîyakirina têkilîyan xera dikin û pêvajoya aşîtîyê asteng dikin careke din behsa daxuyanîya ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatîye îmzekirin kirîye.
Pisporê adirbêcanî tekez kir îyeku “Ew belge bi zelalî xala ku li gorî wê divê alî rêzê li yekparçeya axa hev û neguherîna sînorên xwe bigirin destnîşan dike”.







