Rûsya destpêşxerîya Tramp wek dijwarî û derfetekê dibîne: pispor

Rûsya hîn jî di bernameya binesazîyê ya mezin TRIPP (“Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî”) de ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve di çarçoveya çareserkirina nakokîya Ermenîstan-Adirbêcanê de hatîye pêşxistin roleke çalak nalîze.Derheqa wê yekêda cîgira rêvebera înstîtûta lêkolînê ya neteweyî ya ser navê Prîmakov ya aborîya cîhanê û têkilîyên navneteweyî Vîktorya Jûravlovayê di hevpeyvîna bi peyamnêrê “News.am” re elam kirîye.
Jûravlovayê destnîşan kirîye ku “Bername bi tevahî amêrîkî ye û armanc ew e ku berjewendîyên aborî yên Amêrîkayê mîsoger bike, di nav de gihîştina metalên erdê yên kêm û çavkanîyên ênêrjîyê. Ji bo Rûsyayê, ev hîn jî dijwarîyek e, lê di heman demê de ew derfetek e ku beşdarî hevkarîya aborî ya li herêmê bibe, heger ew bikaribe bernameyê di stratêjîya xwe de întêgre bike”. Li gorî wê, Moskva dikare tevlî înîsîyatîvê bibe, û amadebûna xwe ya ji bo hevkarîya bi hemî welatên Kafkasyaya Başûr re li ser bingeheke aborî ya pragmatîk nîşan bide.
Pisporê her wiha destnîşan kirîye ku hilbijartina Waşîngtonê wek navbeynkar bi kesayetîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp û xwesteka rêveberîya Amêrîkayê ya xurtkirina bandora xwe li herêmê li hember paşxaneya pêşbazîya Çînistanê ve girêdayî ye. “Niha çavkanîyên Rûsyayê sînordar in, lê ev rewşeke demkî ye. Moskva wê hewl bide ku hebûna xwe vegerîne û çalakîya xwe xurt bike, beşdarî qada aborî ya derketî bibe”,- ewî zêde kirîye.
Li gorî Jûravlovayê, salên dawî de, rêtorîka serokatîya Ermenîstanê ya li hember Moskvayê hevsengtir bûye. Ewê tekez kirîye: “Heger em wê bi rewşa du sal berê re bidin ber hev, niha serokwezîrê Ermenîstanê Rûsyayê wek hevaltîke potênsîyal ji bo hevkarîya aborî dibîne, û ev dikare roleke erênî bilîze”.
Pispor li ser têkilîyên di navbera Rûsyayê û Adirbêcanê de şîrove kirîye ku Moskva xwedî helwesteke bêalî ye û hewl dide têkilîyên herêmî cûre-cûre bike. Jûravlovayê wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Têkilîyên bi Adirbêcanê re, û her weha bi Ermenîstanê re, bi pêlan pêş dikevin, bi demên sarbûn û başbûnê. Ev dînamîkên giştî yên sîyaseta herêmî nîşan dide. Rûsya bi avakirina têkilîyên sûdmend yên aborî bi hemî alîyan re eleqedar e”.







