SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: em ê pêvajoya tevlîbûna HSD ê bo nav artêşa Sûryayê bilez bikin

Fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî bi peyamekê spasîya serok Tramp kirîye û ragîhandîye, piştî hevdîtinên li koşika Sipî, ew ê kar ji bo tevlîkirina hêzên xwe bo nav dewleta Sûryayê bikin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi daxuyanyek li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” ê ragîhandîye, ew pabendî lezkirina pêvajoya tevlîbûna HSD ê bo nav dewleta Sûryayê ne.

Di peyama xwe de, Ebdî bi awayekî taybet spasîya serok Tramp kirîye ji bo “serkêşîya wî ya li Sûryayê û dayîna derfetê ji gelê sûrî re”.

Ebdî di peyama xwe de eşkere kirîye, ewî pêwendîyeke têlefonî ya “serkeftî” li gel balyoz Tom Barak pêk anîye. Di vê pêwendîyê de jî encamên civîna serokê Amêrîkayê Donald Tramp û serokê Sûryayê Ahmed Şera ya li koşika Sipî hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser lezkirina tevlîbûna HSD ê hatîye dubarekirin.

Fermandarê giştî yê HSD ê bal kişandîye ser girîngîya tevlîbûna Sûryayê bo nav hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞ ê û ev yek weke”pêngaveke bingehîn” binav kirîye û daye zanîn ku ev pêngav wê hewilên hevbeş yên ji bo “têkbirina mayînde ya DAIŞ ê û jinavbirina gefên wê li ser herêmê” xurtir bike.

Di dawîya daxuyanîya xwe de, Mezlûm Ebdî tekez kirîye ku ew bi awayekî cidî û bi hevahengîyeke xurt li gel hevkarên xwe dixebitin. Armanca sereke ya van hewldanan, weke ku wî anîye ziman, avakirina “pêşerojeke geştir û ewletir ji bo gelê me di nav Sûryayeke yekbûyî de” ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button