Pira Yêrêvanêye Sor bi tevahî ji nû ve hatîye çêkirin û niha ji bo mêvanan vekirîye

Merasîma bi heybet ya ji nû ve vekirina yek ji abîdeyên dîrokî û çandî yên paytext, pira Sor, li Yêrêvanê pêk hatîye, ku serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, şaredarê Yêrêvanê Tîgran Avînyan, wezîra zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyan, nûnerên hukumet û korpûsa dîplomatîk beşdar bûne.
Li gorî “Armenpress” ê, wezîra zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyanê destnîşan kirîye ku di salên dawî de hukumet bi pîvaneke mezintir li ser abîdeyan xebatên rêstorasyon û qewînkirinê pêk tîne.
Wezîrê bi bîr xist ku îsal Ermenîstanê jî derbarê mîrata Ûrartûyan de serlêdanek raberîî UNESCO ê kirîye, û ji niha ve biryarek ji vê rêxistinê heye ku mîrata dîrokî û çandî ya Ermenîstanê di navnîşên xwe de bigire.
Şaredarê Yêrêvanê Tîgran Avînyan destnîşan kirîye ku ev rewşek e ku şaredarî, şirîkê taybet û wezîreta perwerde, çande, sportê encameke pir girîng bi dest dixin, ji ber ku yek ji girîngtirîn abîdeyên çanda ermenî bi tevahî ji nû ve hatîye çêkirin.







