H’emû nûçeSereke

Karbidestekî wezîreta  Amêrîkayêye karên der ji bo gotûbêjên TRIPP ê li Gurcistayê ye

Şêwirmendê peyebilind yê wezîreta Amêrîkayêye karên der Jonatan Askonas li Tibîlîsîyê ye. Li gorî balyozxaneya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Gurcistanê, armanca serdanê ew e ku nîqaş bikin ka Gurcistan çawa dikare piştgirîyê bide projeya înîsîyatîva Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî (TRIPP), ku rêyeke veguhastinê ye ku di encama civîna aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ku bi navbeynkarîya Dewletên Yekbûyîye  8 ê tebaxê  hatîye lidarxistin, hatîye efirandin.

Tê ragihandin ku  Askonas serdana xala gumrikê ya “Rêya Sadaxlo” ê kirîye, ku avakirin û mobîlya wê bi giranî bi saya piştgirîya Amêrîkayê pêk hatîye.

Dema serdanê de, ew ê bi nûnerên wezîreta Gurcistanêye karên der û karmendên hukumetê û her weha bi sazîyên darayî yên navneteweyî re jî hevdîtinan bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button