TRIPP wê ji bo tevahîya herêmê sûdmend be: serokê parlamênta Gurcistanê

Înîsîyatîva Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî (TRIPP), ku di encama civîna aşîtîyê ya bi navbeynkarîya Amêrîkayê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de hatîye ragîhandin, ji bo tevahîya herêmê pêrspektîvên nû vedike û wê bibe alîkar ku korîdora navîn xurt bibe. Wek ku ji hêla “Armenpress” ê ve hatîye ragîhandin, ku ji sêrvîsa Gurcistanê ya Sputnikê vedibêje, serokê parlamênta Gurcistanê, Şalva Papûaşvîlî, gotîye.
Papûaþvîlî gotîye: “Ev ji bo pêşxistina pêşbazîyê girîng e, û her weha ji bo wê yekê ku şert û mercên çêtirîn ji bo veguhêzan têne raber kirin, û bi vî rengî korîdora me wê hîn balkêştir bibe. Pêşbazî tenê vê yekê zêde dike”.
Li gorî wî, rêyeke din li Başûrê Kafkasîyayê şedetîya aramîya herêmê dike, ku wê bêtir veberhênanan bikişîne.
Papûaþvîlî destnîşan kirîye ku “Ev bi serê xwe peyamek e li ser aramîya herêmî, ku wê hemî cûreyên din yên veberhênanan berfireh bike, hem di binesazîya li dora korîdorê de û hem jî di warê veberhênanên giştî de di sêktorên cuda yên herêmê de. Ji ber vê yekê, em vê înîsîyatîvê pêşwazî dikin, ku wê ji bo tevahîya herêmê sûdmend be”.
Korîdora navîn rêyeke pirmodêl e ku sala 2013 a ji alîyê Adirbêcanê, Gurcistanê, Qazaxistanê û Tirkîyayê ve hatîye destpêkirin da ku bi rêya hevkarîya piralî girêdan û bazirganîya Rojhilat-Rojavayê baştir bike. Ev rê li başûr-rojhilatê Asyayê û Çînistanê dest pê dike û di nav Asyaya Navîn, behra Kaspîyê, Adirbêcanê, Gurcistan re derbaz dibe û heta Yekîtîyê Avrorpayê berdewam dike.







