Cerdevanên sînor yên Ermenîstanê û Adirbêcanê pevketine ku li sêktora Kîransê bêyî çekan xizmetê bikin

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li gel komeke welatîyan serdana beşa sînor ya bi Adirbêcanê re li gundê Tavûşêyî Kîransê, kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye û vîdyoyek jî weşandîye.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku armanca serdanê nîşandana konsêpta mîsogerkirina ewlehîya Ermenîstanê ye, ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve tê rêvebirin.
Paşînyan, bîr xistîye ku piştî sînordarkirinê li wargeha Kîransê dîwar hatîye çêkirin û gotîye: “Heger fikira yekem ya ewlehîyê artêş be, ya duyem artêş be, ya sêyem artêş be, ya çarem artêş be, wê demê ewlehî tune ye û divê em piştrast bin ku amûrên ji bo mîsogerkirina ewlehîyê cûre-cûren in. Ev dîwar amûra me ye ji bo mîsogerkirina ewlehîyê”.
Serokwezîr tekez kirîye ku rewabûn jî şerteke girîng e ji bo mîsogerkirina ewlehîyê.
Serokwezîr gotîye:”Sala 2022 a de, me bi xwe yekem car yekparçeya axa Ermenîstanê nas kirîye. Dema ku pêvajoya dîyarkirina sînoran pêk dihat, gelek kesan digotin ku gundê Kîransê wê vala bibe, ku dibistana Kîransê tenê 50 mêtre ji sînor dûr e û digotin ku ewlekarîya zarokan nayê mîsogerkirin. Ev salek e li dibistanê dersê didin û salek e, ne tenê bi dibistanê ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi gundê Kîransê ve jî, tu bûyerek nehatîye tomar kirin”.
Nîkol Paşînyan her wiha ragîhandîye ku cerdevanên sînor yên Ermenîstanê û Adirbêcanê yên ku li herêmê xizmet dikin, razî bûne ku bêyî çekan, kasik û zirxên xwe xizmeta xwe bikin.







