H’emû nûçeSereke

Wezîra kar û barên avropî û navneteweyî ya Aûstryayê dixwaze serdana Ermenîstanê bike

Wezîra kar û barên avropî û navneteweyî ya Aûstryayê Bêatê Maynl-Rayzîngêrê nîyeta xwe ya serdana Ermenîstanê ragîhandîye.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, wezîra Aûstryayêye kar û barên avropî û navneteweyî vîdyoyeke hevbeş bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  li ser rûpela xwe ya Instagramê de weşandîye.

“Me bi wezîrê Ermenîstarnêyî karên der re teştêyeke pir berhemdar  kirîye. Ez li benda derfeta serdana Yêrêvanê me. Ev hevkaryeke pir girîng e”,- wezîra kar û barên avropî û navneteweyî ya Aûstrya Fêdêral gotîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  bersivê de spasîya xwe ji bo piştgirî û gotinên xweş nîşan daye û destnîşan kirîye ku ew li benda serdana wezîra Aûstryayê bo Ermenîstanê ye.

“Ez ji bo piştgirî û gotinên te yên xweş gelek spasdar im. Ez li benda serdana te ya plankirî ya Ermenîstanê me”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button