
Adirbêcan û Tirkîya wê alîkarîya leşkerî ya hevbeş bidin. Parlamênta Adirbêcanê pêşnûmeya qanûnê ya “Li ser pejirandina mêmorandûma qewînkirina ewlekarîya leşkerî ya hevbeş ya di navbera wezîreta parastinê ya Komara Adirbêcanê û wezîreta Tirîkîyayêye parastina neteweyî de” pejirandin.
Çawa ku APA ê ragîhandîye, seroka komîtêya parastin, ewlehî û têkoşîna li dijî gendelîyê Arzû Nagîyêvayê, dîyar kirîye ku ev belge xizmeta “hevkarîya stratêjîk ya di navbera Adirbêcanê û Tirkîyayê de û her weha kûrkirina hevkarîyê di sêktorên parastin û ewlehîyê de dike, ku di danezana Şûşîyê de cîh digire”.
Li gorî belgeyê, “alîyên beşdar soz didin ku di rewşa êrîşeke çekdarî ya li dijî yek ji wan de, ji bo bikaranîna mafê parastina takekesî û kolêktîv, ku di xala 51 ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî de tê nas kirin, alîkarîya hevdu bikin”. Alîyan li ser daxwaza yek ji wan û li gorî prosûdûrên ku di qanûnên wan yên neteweyî de hatine destnîşankirin, alîkarîya leşkerî didin hevdu. Mêmorandûm tenê mijarên hevkarîya leşkerî û ewlehîya leşkerî vedihewîne û di vê çarçoveyê de bi taybetî alîkarîya hevbeş di sêktora parastinê, perwerdê, dabînkirin û zêdekirina şîyanên opêrasîyon yên hevbeş yên alîyan de peyda dike.Alîyan danûstandina agahîyan di warê leşkerî de û hevkarîya di warê îstîxbarata leşkerî de qewîn dikin ew dikarin agahîyên ku li ser ewlehîya leşkerî hatine wergirtin bi hevdu re parve bikin û van daneyan di dema opêrasyonên hevbeş de bikar bînin.







