H’emû nûçeSereke
Parlamênta Ermenîstanê alîkarîya zarokan ya 500 000 dramî pejirand

Parlamênta Ermenîstanê di rûniştineke awarte de ku di 17 ê kanûnê pêk hatîye, pêşnûmeya qanûna guhertinên qanûna “Li ser alîkarîyên Dewletê” û her weha pêşnûmeya qanûna guhertinên qanûnên têkildar qebûl kirîye.
Bi vî awayî, ji 1 ê îlona sala 2026 a, li Ermenîstanê, wê mûçeya yekcarî ya jidayikbûnê wek 500 hezar dram bê destnîşankirin.
Divê bê zanîn ku niha, ji bo jidayikbûna zaroka yekem û duyem 300 hezar dram, ji bo zarokê sêyem û çarem mîlyonek dram û ji bo zarokê pêncem û yên piştre jî 1.5 milyon dram tê dayîn.
Li gorî hukumetê, ev rêbaza nû wê rê bide zêdekirina dravdanên ji bo zarokê yekem û duyem.







