H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di nav wan welatan de ye ku  sala 2024 a de bi piranî rûsa hemwelatîbûna wan wergirtîye

Nava 11 mehên sala 2025 a  ye pêşinda, 97 hezara zêdetir rûsa li welatên din hemwelatîbûn yan jî destûra rûniştinê wergirtine, ku ev ji sala 2024 a 12 hezar kêmtir e. Derheqa wê yekêda navenda çapemenîyê ya wezîreta Rûsîyayêye karên hundur  bersiva pirsa ajansaTASS ê  ragîhandine.

Navenda çapemenîyê daye kifşê:”Nava 11 mehên sala 2025 a ye pêşinda, welatîyên Fêdêrasîya Rûsîyayê 97 hezarî zêdetir agahdarîyên derbarê wergirtina hemwelatîbûnê dewleta bîyanî yan wergirtina destûra rûniştinê yan belgeyeke din ya ku mafê welatîyekî Fêdêrasîyona Rûsyayê ye rûniştina daîmî li dewleteke bîyanî piştrast dike, raber kirine”.

Wezîreta karên hundur zêde kirîye ku  nava 11 mehên sala 2024 a de pêşinda 109 hezar agahdarîyên bi vî rengî hatine wergirtin.

Wezîretê zêde kirîye ku di heyama raporê de, welatîyên Fêdêrasîyona Rûsyayê bi piranî ragîhandine ku wan hemwelatîbûn û destûra rûniştinê li Almanyayê, Îsrayêlê, Îspanyayê, Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wergirtine.

TASS ê  ragîhandîye ku welatîyekî ku li welatekî bîyanî pasaport yan destûra rûniştinê wergirtîye, mecbûr e ku wezîreta Rûsîyayêye karên hundur agahdar bike. Heger welatîyekî Rûsyayê vê şertê paşguh bike, ew dikare berpirsîyar be, yan bi cezayê pera 500-1000 rûbl yan jî li gorî madeya 330.2 ya qanûna cezayê ya Rûsyayê, ku cezayê pera heta 200 000 rûbl yan jî heta 400 demjimêran karê mecbûrî dide. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button