Agahîyên li ser OdaTV ê yên derbarê Destûra bingehîn ya nû de belav bûne derew in:wezîreta edaletê

Wezîreta edaletê radigihîne ku agahîyên li ser OdaTV ê hatine weşandin ku dibêjin “biryareke dîrokî” wê bê dayîn û “gelê ermenî” ji Destûra bingehîn vedikişe, bi tevahî derew in û li gorî rastîyê nînin.
Di malpera nûçeyan ya OdaTV ê de gotarek hatîye weşandin ku tê de îdîa dihat kirin ku “biryareke dîrokî” wê bê dayîn û “gelê ermenî” wê ji Destûrê vekişe. Bêyî ku em li ser her xaleke ji weşanê bi cuda biaxivin, em ji we re radigihînin ku ev weşana derbarê Destûra nû de bi tevahî derew e û li gorî rastîyê nîne. Agahîyên ku hatine raberkirin guhertinên gengaz yên di Destûra nû de bi tevahî tahrîf dikin.
Welatîyên hêja, ji ber ku pêvajoya amadekirina Destûra bingehîn ya nû ji alîyê wezîreta edaletê ve tê meşandin, em hemû hûrgilîyên pêvajoyê zelal dikin. Niha, lijneya rêforma Destûrê dixebite, ku ji nûnerên dezgehên yasadanîn, rêveberî, dadwerî, hêzên derveyî parlêmanê û rêxistinên giştî pêk tê. Lijne ji alîyê wezîra edaletê Srbûhî Galyanê ve tê birêvebirin. Lijne bi awayekî sîstêmatîk û berfireh dixebite, li ser pêşnîyarên guhertinên her beşê Destûrê niqaş dike.
Armanc ew e ku her pêşnîyara guhertinê bingeheke baş hebe, bi berçavgirtina nêrînên pîşeyî û her weha pêrspêktîveke berfireh ya berjewendîyên giştî û sîyasî. Ji kerema xwe bala xwe bidinê ku niqaş, pêşnîyar û biryarên konsêyê hîn jî metina Destûra bingehîn ya nû pêk naynin.
Her tişt bi biryara dawî ya gel ve girêdayî ye, ku wê bi rêya rêfêrêndûmê pêk bê. Her guhertinek di Destûrê de tenê wê demê tê kirin ku rêfêrêndûm mijara pejirandina Destûreke nû pesend bike. Ev pêvajo rêzgirtina prînsîpên dêmokratîk yên Komara Ermenistanê nîşan dide û tekez dike ku gotina dawî tenê ya gel e.Wezîreta edaletê bang li medyayê û raya giştî dike ku xwe bispêrin agahîyên fermî û ji texmînên bê bingeh dûr bisekinin, ji ber ku pêvajoya sererastkirina Destûra nû vekirî ye û li ber çavên her kesî ye.
Di daxuyanîyê de wiha tê gotin: “Divê bê zanîn ku metina Destûra bingehîn ya nû wê piştî hilbijartinên neteweyî ji bo rêfêrandûmê bê raberkirin. Wezîreta edaletê li ser rûniştinên ku ji hêla lijneya rêforma destûrî ve hatine lidarxistin û mijarên ku hatine niqaşkirin agahîyê dide. Careke din, em bang li we dikin ku hûn tenê daxuyanîyên fermî yên ku ji hêla wezîretê ve hatine weşandin bişopînin”.







