SerekeSîyasî

Li Îranê çi diqewime: Movsês Kêşîşyan ji Têhranê hûrgilîyan vedibêje

Xwepêşandanên li Îranê li bajarên cuda berdewam dibin, her çend li paytext hinekî qels bûne. Derheqa wê yekêda  rêdaktorê rojnama ermenîye “Araks” ê Movsês Kêşîşîyan li Têhranê, hevpeyvîna bi Factor TV  ê re gotîye. Li gorî wî, qurbanî û bi sedan girtin hene û rewşa aborî pir dijwar e.

“Bihayên tiştên ku raste-rast bi jîyana rojane ya mirovan ve girêdayî ne-xwarin, hêk, goşt zêde bûne, di hin rewşan de heta  30-40 selefî, ku ev yek rewş hîn aloztir kirîye. Ev rewşeke bendewarîyê ye, ew li bendê ne ku hukumet gavên cidîtir bavêje da ku rewşê rêkûpêk bike, wekî din her tişt dikare tevlihev bibe. Nirxa dolar bi tundî bilind bûye.Û di heman demê de, qutbûna întêrnêtê heye, ev hemû bandorê li ser mirovan jî dike ji hêla psîkolojîk ve”,-ewî gotîye.

Li gorî Kêşîşyan, xeterek heye ku pêla xwepêşandanan bigihîje astên hîn mezintir.

Kêşîşyan gotîye: “Heger dahata mehane ya kesekî, wek mînak 100-150 dolar be û di heman demê de, tiştê ku ew ji bo xwarinê peyda dike bigihîje 300 dolarî, wê hingê mirov îdî nikarin tehemûl bikin. Bê guman, wê teqî hebin û leza wan teqînan dibe ku hîn xurttir bibe”.

Bîr bînin ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp ragîhandibû ku heger rayedarên Îranê guleyan bikin û “bi hovane xwepêşanderên aştîyan bikujin”, Dewletên Yekbûyî  amade ye ku tevbigerin. Gelo li Îranê di derbarê vê mijarê de çi fikar heye?

“Ev rewşek e ku zexta der dikare encamê cuda bide pirsgirêkan. Ez nafikirim ku ew ê bi kêr be, qet nebe, lê ez bi rastî nikarim bêjim ku amêrîkî wê îro gavên weha bavêjin.Gelo ew plan dikin ku çi bikin? Gelo ew dixwazin rêjîma Îranê biguhêrînin? Heger ew bixwazin gavên weha bavêjin, gelo rayedarên îranî ji bo wê amade ne û gelo ew ê bersivê bidin û ew bersiv wê çi rê bigire û dû re jî zêde bibe? Gelo alîyê amêrîkî amade ye ku ne tenê bikeve êrîşên sivik, lê di heman demê de bikeve şer jî? Wê hingê, ev pirsên ku bi rastî hin tiştan didin fikirînê ne”,-ewî destnîşan kirîye.

Gere bê gotin ku xwepêşandanên li Îranê ji 28 ê kanûna pêşin ve berdewam dibin. Di encama pevçûyînên di dema xwepêşandanan de  30 kes zêdetir  hatine kuştin û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button