Pelê derîyê dêra ermenîye darîn ku ji Londonê hatîye kirîn, wê li mûzêya Ermenîstanêye dîrokêda bê nîşandayîn

Pelê derîyê dêra ermenîye darîn, ku sala 1188 a hatîye çêkirin û neqişandin, ku bi fonda dewleta Ermenîstanê li mezadeke Londonê de hatîye kirîn û demeke nêzîk de wê bê anîn Ermenîstanê, wê li mûzêya Ermenîstanêye dîrokêda bê nîşandayîn.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye çandê, sportê û tûrîzmê Janna Andrêasyanê 7 ê çile li civîna bi rojnamevanan re gotîye.
Ewê tekez kirîye ku polîtîkayeke girîng ya wezîretê ew e ku lîsteya nirxên çandî bi berdewamî bê tijîkirin.Ji bo vê armancê, hukumeta Ermenîstanê byûcêya ji bo tijîkirina mûzeyan vegerandîye, encamê de mimkûn bû ku nimûneya hêja bê bidestxistin.
Andrêasyanê gotîye:”Pêşangeheke cuda ya nimûneyê wê bê organîzekirin, ji ber ku ew taybet e. Heta wê demê, 8 nimûneyên weha li cîhanê dihatin zanîn. Ew kevneşopîyên karê dar yê ermenî raber dike û him ji hêla kalîteya xemilên xemilandinê û him jî ji hêla hûrgilîyên mayî ve xwedî nirxeke bêhempa ye” û daye zanîn ku ew plan dikin ku bi mûzêya Bêrlînê re hevkarîyê bikin û plan dikin ku pêşangehek ji nimûneyên ji mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê li Akropolîsê, ku yek ji cîhên geştîyarîyê yên herî zêde tê zîyaretkirin, organîze bikin.
Janna Andrêasyan behsa pelê derîyê darîn yê dêra ermenî ya sedsala 12 a kirîye û destnîşan kirîye ku bi biryara hukumeta Ermenîstanê ji fonda rêzêrvê 175 mîlyon 360 hezar dram ji bo kirîna nimûneyê hatîye veqetandin.Ewê destnîşan kirîye ku “Neqişandin û pergala xemilandinê bi tevahî bi kevneşopîyên hunerî yên serdema navîn ya ermenî û taybetmendîya çanda serdema Bagratûnyans re li hev tên”.
Li gorî wezîrê, pelê derî dawîya salên 1980 ê yî de di gera navneteweyî de derketîye û li Nyû Yorkê li kolêksîyoneke taybet de bûye.Wezîreta Ermenîstanêye çandê, sportê û tûrîzmê di çarçoveya çavdêrîya mezadên navneteweyî de, nimûneyên têkildarî mîrata çandî ya Ermenîstanê lêkolîn dike û heger gengaz be, gavan diavêje da ku wan bi dest bixe.
Andrêasyanê tekez kirîye ku analîzên radyokarbonê hatine kirin, ku dîroka pelê piştrast dikin û her weha gotarên zanistî yên hatine weşandin ku şedetîya girîngîya wê ya çandî dikin.Wekî din, pisporê ermenî ji bo lêkolînekê li ser cîhê bûyerê hatîye şandin û rastbûn û nirxa bêhempa ya nimûneyê piştrast kirîye.







