H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ewlehîya hemû mîsyonên dîplomatîk mîsoger dike:wezîreta karên hundur zelal  dike

Komara Ermenîstanê ewlehîya hemû mîsyonên dîplomatîk,usa jî balyozxaneya Komara Îranêye Îslamîye dost, mîsoger dike û şert û mercên pêwîst ji bo çalakîyên normal garantî dike.Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta karên  hundur, bersiv daye daxuyanîya balyozê Îranêyî li Komara Ermenîstanê, Xelîl Şîrxolamî.

Di daxuyanîyê de wiha tê gotin: “Derbarê daxuyanîya ku derbarê xwepêşandanên li ber balyozxaneya Îranêye li Komara Ermenîstanê hatiye dayîn, em we agahdar dikin ku Komara Ermenîstanê, di çarçoveya bendên “Peymana Vîyênayê»  ya li ser têkilîyên dîplomatîk û her wiha erkên din yên navneteweyî û dualî de, ewlehîya hemû mîsyonên dîplomatîk yên li Komara Ermenîstanê, usa jî balyozxaneya Komara Îranêye Îslamîye dost, mîsoger dike û şert û mercên pêwîst ji bo çalakîya normal garantî dike”.

Wezîreta karên hundur radigihîne ku li ser vê mijarê bi berdewamî bi bayloxana Îranêye li Ermenîstanê  nava têkilîyê de ye.

“Her wiha divê bê zanîn ku hemû kombûnên ku li jor hatine behs kirin ji alîyê wezîreta karên hundur ve li gorî prosêdûra ku di qanûnê de hatîye destnîşankirin hatine xizmetkirin û ewlehîya hemû beşdarên kombûyî ​​û him jî avahîyê balyozxaneyê hatîye mîsogerkirin. Wezîreta karên hundur wê li gorî prosêdûra ku  qanûnê de hatîye destnîşankirin, xizmeta kombûnên aştîyan bike”.

Ji wezîretê hatîye radîgandin ku di heman demê de, Komara Ermenîstanê, wek dewleteke demokratîk, di çarçoveya Destûra Komara Ermenîstanê, qanûna azadîya civînê û erkên navneteweyî de mecbûr e ku rê li ber bikaranîna mafê welatîyan yê azadîya tevgerê û azadîya civînên aştîyane negire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button