H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan:Ermenîstan dibe navendeke girîng ya rêyên lojîstîkê yên navneteweyî

Ermenîstan ji dorpêçê tê derxistin û dibe navendeke girîng ji bo rêyên lojîstîkê yên navneteweyî yên sereke.

Li gorî “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê derbarê vê yekê de nivîsîye û behsa daxuyanîya hevbeş ya Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî  li ser çarçoveya pêkanîna projeya TRIPP ê kirîye.

“Bixwînin. Belge bi rastî jî baş e.

Ev ji bo Ermenîstanê baş e.Welatê me tê vekirin û dibe navendeke girîng ya rêyên lojîstîkê yên navneteweyî yên sereke. Û ev bi tu awayî li ser hesabê serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya Komara Ermenîstanê nîne.

Ji bo alîyê din yê ku wê qebûl dike,ango Dewletên Yekbûyî baş e. Ji bo cînarên me yên nêzîk û bi giştî ji bo hemû sûdmendên potênsîyal baş e. Û ev pir baş e, ji ber ku wekî din ew ê bi tenê nexebite.

Ez ji komplogeran û kesên ku şev û roj civaka me wêran dikin hesûdiyê nakim.

“Bvşbin”,- Mirzoyan ninivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button