H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê beşdarî pêşangeha geştîyarîyê ya navneteweyî ya FITUR 2026 bibe

Komîtêya Ermenistanêye tûrîzmê wê di navbera 21-25 ê sile bi pavîlyoneke hevbeş bi hevaltîyên tûrîzmê yên ku li Ermenistanê dixebitin beşdarî pêşangeha tûrîzmê ya navneteweyî FITUR 2026 li paytexta Îspanîyayê Madrîdê bibe.

Li gorî “Armenpress” ê, komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê ragîhandîye û destnîşan kirîye ku ev derfetek e ku Ermenîstanê li ser sehneya navneteweyî wekî cihekî geştîyariyê yê balkêş û bêhempa raber bike.

Wezîret tekez dike ku komîtêya geştîyarîyê daxuyanîyeke çapemeniyê ya têkildar ji medyaya navneteweyî re belav kirîye û her weha li ser malpera fermî ya komîteyê armenia.travel weşandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button