H’emû nûçeSereke

Bona gihîştina şêwira aşîtîyê,Ermenîstаnê bona endamtîyê tu tiştî nede

Ermenîstanê bêyî dayîna tu tiştî qanûndarîya şêwira aşîtîyê îmze kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtara prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî bona endamtîya şêwira aşîtîyê pêwîste mîlîyardek dolar pere bê dayînê.

“Çawa bersiva wê pirsa we, ez dibêjim wekî bona endamtîya şêwirê prînsîpa rezedilîyê, ya bona dayîna fînansa heye.Welatên ku ji alîyê Trampê seroda hatîye dewatkirinê, dikare bêyî dayîna tu tiştî sê sala endamtîyê bike û piştî sê sala ew yek careke mayîn gerekê bê lênihêrandinê.

Hukumata Ermenîstanê begemîya xwe daye bona endamtîya Şêwira Avropayê.

Ew perên ku tên dayînê, bi rezedilîya welata tê kirinê”,-Badalyanê gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan 22 ê meha çile li Davosê qanûndarîya şêwira aşîtîyê îmze kirîye, li gorî kîjanê Ermenîstanê dewatkirina ji alîyê Trampê serokda stendîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button