H’emû nûçeSereke

Ermenîstan welatên başqe-başqe re li ser avakirina rêaktoreke nû ya atomî danûstandinan berdewam dike

Komara Ermenîstanê bi welatên başqe-başqe re ku xwedîyê têknolojîyên  atomî ne, li ser avakirina rêaktoreke nû ya  atomî dixebite.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna çapemenîyê piştî civîna hukukûmatê ragîhandîye.

Paşînyan gotîye: “Em niha bi hemû hevkarên xwe re – Fransîyayê, Dewletên Yekbûyî, Rûsyayê, Korêya Başûr, Çînistanê dixebitin û piştî wergirtina bersivên pêbawer ji bo hemû pirsên gengaz, biryarên pêwîst wê bên dayîn”.

Serokwezîr bi bîr xist ku 8 ê tebaxa  sala 2025 a, li Waşîngtonê sê mêmorandûmên nîyetê bi serokê Amerîkayê Donald Tramp re hatine îmzekirine, ku yek ji wan bi sêktora ênêrjîyê ve girêdayî ye, ku ênêrjîya atomîî jî di nav de ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button